المجلس الوطني الكوردي في سوريا

LEŞKERÊ TIRK Û KOMÊN ÇEKDAR RÊKEFTINA EMRÎKA Û TIRKIYA BINPÊK DIKIN..

0 83

 

Artêşa Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wan ve nêzîkî  25km rojhilatî Serêkaniyê çûne û bi dehan gundê  Kurdan ketine bin destên wan û milk û malên wan talan dikin û didizin û jiyana xelekên herêmê ketiye metirsiyê.

Herwiha li gorî agahiyan Tirkiya rêkeftina di navbera wê û Emerîkan de,bi taybet xala agirbestê û pîvana herêma Aram binpêk dike û civata navdewletî hêdî hêdî kar dike ji bo çareseriya rewşa herêmên Kurdistana Sûriya.

Hêjaye gotinê wek dihat diyar kirin herêma aram di navbera Serêkaniyê û Girê Sipî ye ,

Lê wek li ber çavan  tê xuyakirin ku ew tê binpêkirin  ji rexê Tirkiya ,
Artêşa Tirkiya ew herêm li gorî xwe destnîşankiriye ji dêvla navbera Serêkaniyê û Girê Sipî,lê Tirkiya navbera bajarê Dirbêsiyê û Girê Sipî nîşan kiriye .
Û civata navdewletî bêdenge li ser vê xalê  û Alavên Regihandinê bê Deng in ..

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.