Artêşa Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wan ve nêzîkî 25km rojhilatî Serêkaniyê çûne û bi dehan gundê Kurdan ketine bin destên wan û milk û malên wan talan dikin û didizin û jiyana xelekên herêmê ketiye metirsiyê.
Herwiha li gorî agahiyan Tirkiya rêkeftina di navbera wê û Emerîkan de,bi taybet xala agirbestê û pîvana herêma Aram binpêk dike û civata navdewletî hêdî hêdî kar dike ji bo çareseriya rewşa herêmên Kurdistana Sûriya.
Hêjaye gotinê wek dihat diyar kirin herêma aram di navbera Serêkaniyê û Girê Sipî ye ,
Lê wek li ber çavan tê xuyakirin ku ew tê binpêkirin ji rexê Tirkiya ,
Artêşa Tirkiya ew herêm li gorî xwe destnîşankiriye ji dêvla navbera Serêkaniyê û Girê Sipî,lê Tirkiya navbera bajarê Dirbêsiyê û Girê Sipî nîşan kiriye .
Û civata navdewletî bêdenge li ser vê xalê û Alavên Regihandinê bê Deng in ..
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah