المجلس الوطني الكوردي في سوريا

KOMÊN ÇEKDAR YÊN BI SER TIRKIYA VE KELÛPELÊ KU DIZÎNE JI SERÊ SERÊ KANIYÊ DIFROŞIN XWEDIYÊN WAN ..!!!

0 82

 

Pîştî talanbûn û wêrankirina malên xelkên devera Serê Kaniyê û gundewarê wê jî hêla artêşa Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve û Li gorî şopandina nûçegehanê me,
Komên çekdar kelûpelê nav malan didizîn û li bazara Til Halaf difroşin
ya ku  dikeve Rojavayê  başûrê bajarê Serê Kaniyê nêzî 3km.

Herwiha piştî biryara agirbestê ya di navbera Tirkiya û Emerîkan de.
Hin ji penaberên bajarê Serê Kaniyê vegeriyan malên xwe,dema xaniyê xwe lê didîtin ku deriyê malan  vekirîne û hemû firaxên wan hatibûn dizîn.

Herwiha di wê demê de,dema komên Çekdar yên bi ser Tirkiya ve ew welatî didîtin ji wan dipirsîn hûn firaxên xwe nasdikin ji bo hûn wan vegerînin malê divê hûn werin bazarê ji bo hûn firaxên xwe bikirin..

Di derbarê vê yekê de,welatiyekî navê xwe neda nasîn ji wê herêmê ji peyamnêrê me re axivî û anî ziman :”Apekî min vedigere xaniyê xwe li bajarê Serê Kaniyê  dibîne ku  hemû firaxên mala wî hatiye dizîn,lê tiştê herî balkêş komên Çekdar tên cem wî û jê re dibêjin heke firaxên te yî malê hatine dizîn divê tu were bazarê ji bo ku tu firaxên xwe nasbike û tu wan bikire û wan bîne malê”.

Hêjaye gotinê ku karê  komên Çekdar karekî terorîstî ye  , ji ber kuştin û talankirin û wêrankirina ku li Kurdistana Sûriye kirine , û pêwîste ENKSê û rêxistinên civaka sivîl kar bikin ku wan çekdaran bixin di nav lîsta Terorê de ya Cîhanî  şêwên terorê ya Cîhanî..

Raport : Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.