المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Kewirgosk: PDK-Sê 65emîn salvegera damezrandina partî vejand..

0 86

Rêxistina Kewirgoskê ya bi ser Partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya, îro roja sêşemê 14ê pûşberê ,65emîn salvegera damezrandina partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya vejand ev yek bi amadebûna hejmarek ji cemawer, endam û serkirdeyên partî û encûmena niştîmanî û bi beşdarbûna koma Narîn ya hûner û filklora kurdî..

Di destpêkê de xuleke bêdeng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û Kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..

Û piştre gotina rêxistina Kewirgoskê ya partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya ji aliyê M,Serhan Hesen “ve hate pêşkêşkirin…

Û herwiha Dr. Ebdulhekîm Beşar ” endamê ofîsa siyasî ya PDK-Sê ,gotinek pêşkêşkir û têde pîrozbahiyên germ arasteyî tevaya miletê kurd kir û li ser rewşa siyasî jî bi giştî anî ziman..

Û herwiha çend stran bi helkeftina damezrandina partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya hate pêşkêşkirin ji aliyê koma Narîn ve ..

Hêjaya were gotin ku 65 sal kar û xebata partî berdewam e li ser rêça Barzaniyê nemir û kurdayetiyê ta gihiştina kurdan mafên xwe yên rewa li kurdistana Sûriyê …

Û di dawiyê de hejmarek ji malbatên pakrewanan ji aliyê rêxistina Leşkerê Roj ve hatin xelatkirin..

Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.