Wek tê zanîn di werzê payîz de,xelikên Gundewaran bi taybetî yên ku di xaniyên Axî û Kelpîçî de dijîn , haziriya xwe ji bo werzê zivistanî dikin,
Bi taybet sazkirina xaniyên axê , xwediyê xaniyê axê dest bi sazkirina xaniyên xwe dikin , Ji ber ku di zivistana bûrî de, rêjeya barananbarînê pir bû û metersiya wê pir bû li ser xelkên herêmê bi taybet li ser herêma Kurdistana Sûriya .
Ji aliyekî din jî ji destpêka kirîza Sûriya gelek xanî valabûne kes têde tineye, ji ber ku koçber bûne û pirê xaniyên vala hatine xwar û hilweşiyane.
Û xaniyên ku kes lê dijî bêtir pîr û Kal di binê xanî de mane û ew jî nikarin xaniyên xwe saz bikin.Ji ber vê yekê ew jî di dema werzê zivistanî de berên xwe didin bajarên nêzîkî xwe û dikevin xaniyên kirê, ji tirsa ku xaniyên wan bi ser wan de nêxwar.Di derbarê vê yekê de jî çiqas estengiyên jiyanê hebin divê tiçarî mirov bav û dayika xwe di binê xanî de nehêle.Di nerîna min de yê bav û dayika xwe bi tenê di binê xanî de bihêle ew kes nikare bê ez doza mafê gelê xwe dikim ji ber ku ew erkê mafê dayik û bavê xwe nizane wê çawa erk û mafan ji hev derxe.
Li Kurdistana Sûriye li herêma gundewarê Dirbêsiyê xelkên herêmê îsal zû dest bi sazkirina xaniyên xweyî axê dikin. Haziriya xwe û werzê zivistanê dikin.
Bi taybet sazkirina xaniyên axê îsal cûda ye,Ji ber ku zivistana bûrî barandina baranan pir bû û ziyanî mezin gihiştiye welatiyan bi taybet xaniyên axê. Ji ber vê yekê xelkên herêmê ketine hev ji bo sazkirina xaniyan hin welatî dibêjin me xaniyên xwe anîne xwar ji seyeka heriya pir ji ber ku em her sal diseyinînin û ji ber vê yekê beştên xaniyan dişkên û tên xwarê.
Di derbarê vê yekê de nûçegehanê me hin welatî dîtine û ji malpera me re ya ENKSê axivîne û êş û derdên xwe anîne ziman.
Welatiyekî ji malpera me re axivî û anî ziman:”Min xaniyê xwe bi tirs li ser baniyê wî paqiş dikir hingî ji baranên pir ya zivistana çû gihak û pincar şîn hatibû.Lê dema ez gihiştI’m ser banê xwaringehê ji bo ez paqişkim min xwe nedî ez û malêva xweyî deh tilî em hatin xwar ji ber ku tûtiya wê giş riziya bû ji ber dilopên par spas ji XWEDÊ re ku em bi derbasbûyî ji vê bûyerê xelas bûn”.
Herwiha welatiyekî din jî bi navê bavê Mihemed ji peyamnêrê me re axivî û anî ziman:”Zarokê min giş derketine ji derve ez û dayika wan tenê di binê xanî de mane,û xanî jî dike wer xwarê kes tineye sazbike.Ji ber vê yekê ez neçarim ku ez û hevjina xwe em dema werzê zivistanî herin bajêr têkevin xaniyê kirê.Ji bo ku em xwe biparêzin ji vî xaniyê xerabe”.
Herwiha jinekê jî ji me re axivî û anî ziman:”XWEDÊ mihênçiyê xelkê be ji ber ku pêdiviyên sazkirina xaniyan pir bi nirxekî biha ye û ji bo vê yekê hin xelk nikarin xaniyên xwe bi awayekî sererast ango baş saz bikin ji ber ku bi rebenî debara jiyana xwe dikin.Ji ber vê yekê jiyana wan di metersînê de ye.
Di nerîna min de,gerek rêxistinên xêrxwaziyê yên hawarçûnê berên xwe bidin herêma Kurdistana Sûriye,ji bo alîkariya neşteciyên herêmê bikin.Di derbarê sazkirina xaniyan berî ku werzê zivistanî bi ser wan de were.Ji ber ku hin xelk hene nikarin beştekî bikirin dema beştekî bikirin wê hevtiyekê bi rebenî debara jiyana xwe bikin.Û ti alî alîkariya wan nakin.
Nivîskar : Elî Fetah