المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Itîlafa Nîştîmanî ya Sûriyê li kampa Basirma semînerk li darxist..

0 67

Roja şemiyê 3ê Tîrmeha 2022an, Şandek ji Itîlafa Nîştîmanî ya Sûriyê bi serokatiya Dr,Ebdulhekîm Beşar ” cîgirê serokê Itîlafê ,û Birêz” Îmad Berho û Şelal Gedo sekreterê Partîya Çep a Demoqrata Kurd li Sûriyê û nûnerên ENKSê di Oposîzyonê de û birêz Serhan Hesen ” berpirsê rêxistina Basirma ya partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya, semînerk cemawerî li kampa Basirma li darxist…

Û herwiha ev yek bi amadebûna alîgirên ENKSê û rêvebirê Asayîşa kampê û hejmarek ji xelkên kampê..

 

Û herwiha di derbarê vê semînerê de Dr,Ebdulhekîm Beşar bi giştî ser bûyer û pêşhateyên herî dawî li ser qada Sûriyê bi taybetî rewşa kurdan li ser asta Navdewletî û herêmî de anî ziman..

 

Û herwiha ji rexekî din ve her yek ji M,Şelal Gedo,û M,Imad Birho nûnerên ENKSê di Itîlafê de ,di semînerê de derbarê rola Herêma kurdistanê di warê alîkariya penaberan de dikin, tevî zehmetî û astengiyên ji aliyê navxweyî û derve behis kirin..

Û M,Serhan Hesen ” berpirsê rêxistina Basirma ya bi ser PDK-Sê, behsa hewêldanên çareserkirina hin pirsgirêkên xizmetguzariyên li kampê de kir….

 

Û di dawiya semînerê de beşdaran pirsên xwe diyarkirin û bersiva wan hate kirin….

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.