المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HEWLÊR: PYK-SÊ SEMÎNEREK SIYASÎ LI DAR XIST.. 

0 82

 

Di roja îniyê, 16ê Tîrmeha 2021ê de, endamê Komîteya Siyasî ya Partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriye, Isma’il Reşîd li nivîsgeha PYK-Sê li bajarê Hewlêrê bi rê ve bir.

Piştî rawestandina xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên kurd û Kurdistanê .

 

M.Reşîd rawestiya li ser pêşkeftinên herî dawî yên siyasî li ser qada Sûrî bi giştî û ya Kurdî bi taybet, û helwesta Encûmena Niştimanî li ser wan şirove kir.

Û hebûna Encûmenê di nav hevbendiyê de(Opozisyonê) û desteya danûstandinan, û Komîteya Destûrî stratejiya wê ye û cih û nerîna wê ya herî rast e.

 

 

Herwiha M.Reşîd rawestiya li sed têkiliyên ENKSê bi dijberiya Sûrî re,ji destpêka Şoreşê, û rola ENKSê di nav opozisyona Sûrî de , di rûniştinên kongirên navdewletî yên taybet bi rewşa Sûriyê.

 

Herweha semîner rawestiya li ser zehmetiyên konseyê di piştrastkirina mafên Kurdan de, di belgeyên fermî de, û tekez kir li ser berdewamiya xebatê bi rêyên dîplomatîk ji bo dabînkirina wan mafan di Sûriya pêşerojê de.

 

 

Herwiha M.Reşîd bal kişand ser rewşa Encûmena Niştimanî ya Kurdî û kongirê wê ku dê di nêzîk de were li dar xistin, û tekez kir ku dê her hewil were dayîn ku Encûmen were pêşve xistin, û rola sazûmanî di hundurê wê de were aktîvkirin, û bi mekanîzmayên nû yên ku bi qonaxa niha re bixebite. .

 

 

Di dawiyê de, semîner bi lêpirsîn, pirsên beşdaran zengîn bû , ku bi sîngek fireh hatin bersivandin.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.