المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HEVRÊZIYA HERÊMA KURDISTAN YA TEVGERA ÇAKSAZIYA KURDÎ – SÛRIYA (HEVRÊZIYA DIHOK) XELEKÊN ÇANDÎ JI KOMIKÊN HEVALÊN XWE RE BI DAWÎ KIRIN

0 64

 

Wek tê zanîn di heman demê de, hevrêziya herêma Kurdistan ya TÇKS bi çalakiyên balkêş radibûn, ew çalakî jî pêtir çandî ne û bi nirx in.

 

Di derbarê vê yekê de mamoste Selah Hemê hevrêzê rêxistina wargeha Domîz  ya TÇKS ji malpera me ya ENKSê re ragihandina û anî ziman:”Em wek hevrêziya Dihokê li herêma Kurdistana başûr ya TÇKS bi gelek çalakiyên çandî rabûbûn û bi taybet ji destpêka meha 8 ta destpêka meha 9 em berdewamin di derbarê çalakiyên çandî de.

 

Herwiha Hemê axaftina xwe berdewam kir ku,armanc ji van semînaran re, giringiya rêxistinê di jiyana civakê de û

weşandina hişmendiya netewî di navbera ciwanan û nifşê nû de.

Herwiha û ji aliyekî din jî xelekên me di derbarê serxistina rola Jinê di aliyê ramyarî de.

 

Herwiha mamoste Selah Hemê anî ziman ku ev çalakiyên me pir girîng bû û em bi hêvîne hemû aliyên tevgera kurdî bi van çalakiyan rabe. Ji ber ku em di qonaxek hestiyar de derbas dibin ji ber vê yekê pêwistiya me kurdan bi van çalakiyên bi nirx heye.

 

Herwiha Hemê hevrêzê rêxistina wargeha Domîz ya TÇKS li Kurdistana Başûr berdewam kir ku,ev çalakiyên me

gavek serkeftî bû bi taybet di navbera komikên hevalên tevgera me û hemû beşdaran giringiya berdewamiya van çalakiyan dan diyarkirin.

 

Hemê di dawiya axaftina xwe de spasiya nûçegehanê me yê malpera me ya ENKSê kir.

Raport;Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.