المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HEVRÊZIYA GIŞTÎ YA TEVGERA ÇAKSAZIYA KURDÎ LI SÛRIYE CIVÎNA XWE YA YASAYÎ LIDARXIST..

0 76

 

Di roja şemiyê 4.1.2020an de,hevrêziya giştî ya Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûriye civîna xwe ya yasayî li bajarê Qamişlo li darxist.
Di derbarê naveroka civînê de, endamê ofîsa cîbicîkar yê Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûriye mamoste Feyrûşa Ebdulrehman ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Hevrêziya giştî ya Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûriye civîna xwe ya yasayî li darxist û li ser lîsta kar rawestiyan birêkûpêk di destpêkê de,xulekek bê deng li ser giyanên pakrewanê şoreşa rûmet û azadiyê û bi taybet li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê rawestiyan,  civînê rewşa Sûriye bi giştî gotûbêjkirin,bi taybet li ser herêmên cûda yên şer lê berdewame mîna koçberî û wêrankirin di encama şer de yê ku sivîl qelen didin “.

Her wiha civîn li ser karê komîta destûrê jî ya ku anha sekiniye rawestiyan.

Her wiha endamê ofîsa cîbicîkar axaftina xwe berdewam kir û got : ”

civîn baş rawestiya di derbarê guhertina dîmixrafî ya li herêmên Kurdî de tê bi kar anîn wek li Efrîn,Serê kaniyê û Girê Spî piştî êrîşkirina Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve bi ser herêmên Kurdistana Sûriye de , Bi tundî ev kar hat şermezarkirin”.
Her wiha hevrêziyê tekez kir ku divê penaber û koçber vegerin malên xwe li herêmên xwe yî resen yên ku dest hatiye danînin li ser wan ji aliyê wan komên çekdar yên bi ser Tirkiya ve.

Her wiha hevrêziya giştî tekez kir li ser yek helwesta Kurdî ya ku ENKSê di heman demê de, li xwe digirt û erênî dît ku PYDê keş û levan ji aliyê xwe de bike, ji bo diyalogê ta bighin yek helwestê ji bo têkeve xizmeta dosaya kurdî li Sûriye,li gorî piroja neteweyî ya ku civîn diyarkir li ser piştgirtiya vê pirojê ji aliyê serdariya herêma Kurdistana başûr.

Her wiha mamoste Feyrûşa  anî ziman û got : “civîn li ser rewşa rêxistinî rawestiya hin biryayar û pêşînyar jî hatin sitendin, di derbarê amûr û pêdekariya rêxistinî û giringiya rola ragihandinê di doza gelê kurd de jî hat gotobêjkirin.

Wêne ji civînê

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.