المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HEVGIRTINA WERZEŞVANÊN KURD LI SÛRIYE OFÎSA KARÛBARÊ ENCÛMENÊN XWECEHIYAN YÊN BI SER ENKSÊ VE XELAT KIRIN

0 406

Di  roja duşemê 6.1.2020an de,hevgirtina werzeşvanên Kurd li Sûriya bi rêveberiya mamoste Nazim Ahmo,ofîsa karûbarê encûmenên xwecihiyan yên bi ser ENKSê ve xelat kirin li bajarê Qamişlo.

Her wiha ew xelat jî bi rengê mertalekî û diruşma Hevgirtina werzeşvanên Kurd li ser bû hat diyarî kirin ji bo ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve,ji aliyê hevgirtîna werzişvanên Kurd li Sûriya.

Her wiha bi beşdarbûna serokê ofîsa karûbarê encûmenên xwecehî mamoste Mihsin Tahir û endamên ofîsa karûbarê encûmenên xwecehî yên bi ser NEKSê ve.

Di derbarê vê yekê de,mamoste Nazim Ahmo rêveberê hevgirtina werzeşvanên kurd li Sûriya,ji malpera me ya ENKSê re ragihandina û anî ziman:

“Di destpêkê de em spasiya malpera we dikin , Bi rastî karê îro yê ku em wek Hevgirtina werzîşvanên Kurd li Sûriya pê rabûn , Me dixwest wek spasiyekê ji ofîsa karûbarê encûmenên xwecehî yên bi ser ENKSê ve,bikin” .

Her wiha Ahmo anî ziman û got

:”ji ber ku ji destpêka şoreşa Sûriya de,ofîsa karûbarê encûmenên xwecehî yên bi ser ENKSê ve,wan piştgirtiya me kiriye , Lê belê em jî xwe dibînin beşek ji piroja neteweyî a Kurdî ya ku ENKSê ji destpêka şoreşa Sûriya li xwe girtiye ji bo parastina mafê gelê kurd li Sûriye”.

Her wiha mamoste Nazim Ahmo axaftina xwe berdewam kir û got

:”heger ne ji piştgirtiya ENKSê ba îro tîmên me yî werzîşvanan yên ne li ser hevbana , Ji ber werzîş pêwistiya wê bi piştgirtiyê heye” .
Ahmo di dawiya axaftina xwe de,spasiya ENKSê kir li ser kar û xebata wê yî bi nirx ya ku piroja neteweyî Kurdî li xwe girtiye.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.