Home / Breaking news / HEVGIRTINA JINÊN KURD LI SÛRIYÊ ŞAXÊ QAMIŞLO DEHEMÎN SALVEGERA DAMEZIRANDINA XWE VEJANDIN

HEVGIRTINA JINÊN KURD LI SÛRIYÊ ŞAXÊ QAMIŞLO DEHEMÎN SALVEGERA DAMEZIRANDINA XWE VEJANDIN

Hevgirtina Jinên Kurd li Sûriyê, şaxê Qamişlo,di roja Yekşemê 13/2/2022`an de,dehemîn salvegera damezrandina xwe li ofîsa Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê li bajarê Qamişlo vejandin.

 

Di katijmêr sê êvarî de,bi amadebûna Seroka Hevgirtina Jinên Kurd li Sûriyê, Xanim Heyat Qiço û komek jinên hin ji rêxistinên jinan ev helkeft ji nû ve hat vejandin.

 

Herwiha hemû mêvan ji aliyê xanim Heyat Qiço ve, hatin bixêrhatin, piştre gotina HJKSê ji aliyê xanim Zêna Elumer ya rêveberiya Hevgirtinê ve, hate pêşkêşkirin û piştre çendîn mijarên civakî hatin gengeşekirin, ji wan mijarên têkildarî hişyarkirina zarokan.

Di derbarê vê yekê de, Xanim Heyat Qiço seroka HJKSê ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Weke rêxistineke femînîst, ev deh sal in, em ji bo pêşdebirina nîvê civakê yê çalak û kêmkirina hemû cûreyên cudakariya li ser jinan û ji bo bilindkirina rola wan bi awayekî erênî dixebitin.

Û gihandina dengê xwe, bo navendên biryardanê û dabînkirina hişyariya xwendinê di warên curbicur ên girêdayî jiyana xwe ya rojane û dergehê wê ji bo bidestxistina serxwebûnê û şiyana biryargirtinê û şiyana rûbirûbûna kêşe û astengiyan, bi taybetî di rewşên nakokiyan û şeran de”.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah û Hêvî Delî

About ferhad Şêxo

Check Also

HERÊMÊN KURDISTANA SÛRIYÊ TÊN TOPBARAN KIRIN JI ALIYÊ TIRKIYA Û CIVAKA NAVDEWLETÎ BÊDENG DIMÎNE.

Di şeveq û sibeha roja Duşemê 8.8.2022an de,Herêmên Kurdistana Sûrî hatin topbaran kirin ji aliyê …

Leave a Reply

Your email address will not be published.