المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HESEKÊ: OFÎSA PDK-SÊ JI ALIYÊ CIWANÊN ŞOREŞGER HATE ŞEWITANDIN.

0 135

Di êvara roja Sêşemê19.4.2022’an de, Ciwanên Şoreşger ên bi ser PYDê ve, êrîşî ofîsa PDK-Sê ya bajarê Hesekê Û molotof avîtin ofîsê û agir pêxistin û hemû alavên ofîsê hatin şewitandin.

Di derbarê vê yekê de,çavkaniyekî xwecihî yê taybet bûyer ji nêzîk ve, dişopand ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman.

“Di êvara roja Sêşemê,19ê Nîsana 2022’an de, demjimêr heşt û nîvê êvarê, çekdarên bi ser PYDê ve, bi awayekî hovane, ku hejmara wan zêdetirî deh endamên bi cilên leşkerî bûn,û rûgirtî bûn êrîşî ofîsa PDK-S li bajarê Hesekê li taxa Kelasê kirin, û gef li endam û mêvanên ku di hindirê ofîsê de bûn dikirin û ew derxistin, paşê bi molotofan ofîs şewitandin û Wêne û Aaleyên Kurdistanê jî şikenandin û daxistin xwarê û şewitandin”.

Herwiha çavkaniyê xwecihî got:

“Ku çekdarên bi ser PYDê ve, hemû kesên ki di hindirê ofîsê de,bi zora çekan wan derxistin aliyekî û piştr agir bi ofîsê xistin û ji aliyekî din ve piraniya wan yên gef li wan dixwarin bi zimanê Erebî diaxivîn û gotinên xerab ji wan re digotin”.

Herwiha çavkaniyê taybet got:

“Piştî ku agir bi ofîsê xistin deriyê bingehîn li hemû kesên ku di hindirê ofîsê de, girtin û nehiştin ku li dû wan derkevin ta wan nasnekin li ser riya nemra erebeya wan”.

Hêjaye gotinê ku ev ne cara yekeme, ku ofîsên ENKSê û partiyên bi ser wê ve tên şewitandin ji aliyê Ciwanên Şoreşger ên bi ser PYDê ve.

Herwiha di heman demê de, serkirdên ENKSê radighandin ku HSDê dikin berpirsiyariya van kiryarên xerab.Ji ber ku ta niha bi erkê xwe yî rasteqîn e ranebûne li hember van binpêkirinên di derheqê endam û alîgirên ENKSê de,ji aliyê Ciwanên Şoreşger yên bi ser PYDê ve.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.