المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HASEKÊ SALVEGERA 43YEMÎN A KOÇA DAWÎ YA BAVÊ NETWA KURD MELA MISTEFA BARZANÎ VEJAND

0 97

1Her Sal di 1ê avdarê de,gelê Kurd li seranserî Cîhanê bîranîna koça dawî ya bavê neteweya Kurd Mela Mistefa Barzanî vedijînin.

 

Îro di roja Sêşemê 1.3.2022an de, bîranîna salvegera 43ê yemin li ser koçkirina dawî ya Barzaniyê nemir hat vejandin, Ji aliyê her du xwecihiyên bajarê Hesekê ya rojava û rojhilat yên bi ser ENKSê ve, li ofîsa PDKSê li Hesekê.

Herwiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên civaka sivîl û rewşenbîr,

herwiha bi beşdarbûna nûnerên partiyên siyasî û kesayetên civaknasî û olî , herwiha bi beşdarbûna rêxistinên jinan û ciwanan û xwendekaran jî.

Herwiha bi beşdarbûna xelkên herêma bajarê Hesekê.

Piştre xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û bi taybet li ser giyanê Barzaniyê nemir rawestiyan bi sirûda neteweyî Ey Reqîb.

Herwiha birêz Elî Dawid endamê Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê gotina ENKSê xwend û têde beşek ji jiyan, têkoşîn û qurbanîdana Barzaniyê nemir nirxand.

Û gotina Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriya ji aliyê mamoste Beşar Emîn endamê ofîsa Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriya ve hat pêşkêşkirin û tê de çendîn helwestên Barzaniyê nemir û têkoşîna wî hat nirxandin

Di dawiya axaftina xwe de silav li giyanê nemir Barzanî û giyanê pakê pakrewanên gelê me û pêşmergeyên qehreman û pakrewanên şeref û xakê da.

Piştî axaftina Partiya Demokrat a Kurdistanê, helbest ji aliyê her du helbestvanan ve bi navên Seyfedîn Qadrî, serokê şaxê Hesekê yê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê û Imran Munteş, endamê ofîsa cîbicîkar ya yekîtiyê hatin xwendin û têde Têkoşîna Barzanî yê nemir û qurbanîdana qehremaniya Pêşmergeyan hat nirxandin

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.