المجلس الوطني الكوردي في سوريا

GUNDÊ REBÎ’ATA ROJAVA YA BI SER BAJARÊ EBÛ RASÊN VE,HAT TOPBARANKIRIN JI ALIYÊ KOMÊN ÇEKDAR YÊN BI SER TIRKIYA VE..

0 67

Diho êvarî di roja çarşemê 1.4.2020,an de komên Çekdar yên bi ser Tirkiya ve,gundê Rebî’ata rojava ya bi ser bajarê Ebû Rasên ve topbarankirin.

Di derbarê vê yekê de,serokê encûmena xwecehî ya bajarê Ebû Rasên ya bi ser ENKSê ve, mamoste Mihemed Şêx Beşîr bavê Rêzan ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman :

“Diho êvarî komên Çekdar yên bi ser Tirkiya ve,gundewarê Ebû Rasên û bi taybet gundê Rebî’ata rojava ya bi ser bajarê Ebû Rasên ve topbarankirin”.

Herwiha bavê Rêzan anî ziman û got

:” Li gorî zaniyariyan di encama topbarankirina komên Çekdar yên bi ser Tirkiya ve,li gundê Rebî’ata rojava ,ziyanên mezin gihiştiye welatiyan û di encamê de hin welatiyên sivîl jî birîndar bûne û birînên hin ji welatiyan giranin”.

Hêjaye gotinê ku komên Çekdar yên bi ser Tirkiya ve,di vê qonaxa hestiyar de,ya ku Cîhan bi giştî ketiye hev de  ji bo vîrûsa korona , bi hovane herêmên Kurdistana Sûriye topbarankirin , û civaka navdewletî jî bêdenge.

Ragihandina ENKSê
raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.