المجلس الوطني الكوردي في سوريا

KEWIRGOSK… SALVEGERA 7EMÎN ŞEHÎDBÛNA PÊŞMERGE ” REMEZAN HISÊ ” HAT VEJANDIN…

0 75

Şandek ji rêxistina kewirgosk ya bi ser Partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya û rêxistina leşkerê roj û herwiha malbata pakrewan, îro roja pêncşemê salvegera 7emîn ya şehîdbûna pêşmerge ” Remazan Hisî” vejandin bi serdanda gora wî li goristana Kewirgoskê û gurzên gulan li ser gora wî hat danîn û fatîha li ser gora wî xwendin….

Û piştre endamê komîteya herêmî ya PDK-Sê M,Eswed Hacî” gotinek pêşkêşkir û têde rola pêşmerge û xebata wan di parastina rûmet û sinor û xaka kurdistanê de anî ziman…

Û tê zanîn ku şehîd” Remezan Fêsel Hisê” ji dayîkbûna sala “1996”an li gundê “Xirab bajar “yê bi ser navçeya ÇilAxa ve ,û di sala 2013an li gel malbata xwe li kampa Kewirgoskê ya paneberên kurdistana Sûriyê li herêma kurdistanê niştecîbûn .

Û şehîd “Remezan Hisê “,di nava refên pêşmerge yên leşkerê Roj cihê xwe digirt, û di “21” ê Nîsana “2015” an di şere rêxistina terorîst yên Daîşê li devera Deşta Elmalih li gundê ” Herdan ” li Herêma kurdistanê şehîd bû û canê xwe kir qurban ji bo parastina sînorê xaka kurdistanê ji dijminan.

 

Hin zaniyarî li ser pakrewan Remezan :

– Pile: pêşmerge

– Jidayîbûn: sala 1996 an ,li gundê ” Xirab Bajar” .

– Cihê Şehîdbûnê: 21/4/2015 Deşta Malih li gundê” Herdan “.

 

Û şehîd “Remezan Fêsel Hisî ” li goristana Kewirgoskê ya nêzîkî kampa Kewirgoskê ya paneberên Kurdistana sûriyê bi xakê hat spartin.

 

 

Ragihandina ENKS ê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.