المجلس الوطني الكوردي في سوريا

GÊRGEHA ROJAVA YA ENCÛMENÊN XWECIHÎ YÊN BI SER ENKSÊ VE CIVÎNA XWE YA YASAYÎ LI DAR XISTIN.

0 67

Di roja Yekşemê 5.7.2020an de, gerîngeha rojava ya encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve Civîna xwe ya yasayî li dar xistin, bi rêveberiya serokê ofîsa karûbarê encûmenên xwecehî yên bi ser ENKSê ve M.Mihsin Tahir û bi beşdarbûna endamên ofîsa karûbarê encûmenên xwecehî yên bi ser ENKSê ve,Nadiya Doko,Mahmûd Hac Elî,Zibêr Mûsa,Ferhad Elî û Dilxwaz û bi beşdarbûna serokên encûmenên xwecehî yên gerîngeha rojava, û li ser lîsta kar rawestiyan birêkûpêk.

 

Di destpêkê de kêlîkek bê deng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û bi taybet li ser giyanê BARZANIYÊ nemir rawestiyan.

 

Herwiha di derbarê rewşa rêxistinî, rapor hatin xwendin ji aliyê nûnerên xwecihiya û li gorî raporê wan hat vegerandin bi biryarên nû ku hatibûn derandin ji aliyê emendariya giştî ya ENKSê ve.

 

Her wiha M.Mihsin Tahir li ser rola xwecihiyan tekez kir di nav cemawerê Kurd de, ji ber ku encûmenên xwecihî marîpiştiya ENKSê ne,bi taybet di vê qonaxa hestiyar de,ya ku pêwîste bi awayekî rêxistinî di nav cemawerê Kurdî de bê xistin ta bi rola xwe yî giring ra be.

 

Herwiha M.Mihsin Tahir rewşa siyasî anî ziman, li ser rewşa Sûriye bi giştî û bi taybetirîn rewşa Kurdî axivî .

 

Herwiha civat rawestiya li ser rewşa Kurdî – Kurdî ji danûsitendinên berê yên di navbera ENKSê û PYNKê de rawestiyan piştî pêşxiriya fermandarê HSDê Cinêral Mezlûm Kobanê û bi çavdêriya baylozê Emrîkî Wîlyam Rûbak û bi piştgirtiya serdariya herêma Kurdistana başur, a ku bandoreke erênî kir li ser naverasta gelêrî û Fermî.

 

Herwiha civat tekez kir li ser piştgirtî û piştevaniya encamên qonaxa yekem ji danûsitendinên di derbarê nerîna Siyasî yên hevbeş, û hemet li ser rêkeftina Dihokê bikin wek bingeh ,û lêkolîn ji bo sazkirina beregeh bi hemû deselatan şad be, û hemû dosayên rêveberî û lêşgerî û aborî û rêzdariya serxwebûna biryara kurdên Sûriye bê girtin, û hat diyarkirin ku gonaxa duyem ji danûsitendinan wê bê berdewam kirin.

 

 

Her wiha mamoste Mihsin Tahir axivî li ser berdewamiya binpêkirinan ji aliyê komên Çekdar yên bi ser Turkiya ve,di derheqên gelê Kurd yên resen li Efrîn, Serê kaniyê, gundewarê Til Temir, Zirgan û Girê Spî li Kurdistana Sûriye wek kuştin, wêrankirin, revandin, dîzîkirin, koçberî û guhertina demografî.

Herwiha civat rawestiya li ser zagona Qeyser û bandoriya wê yî neyinî li ser hemû xelkên Sûriye ku jiyan xelkên Sûriye bi giştî ketiye zahmetiyê de.

 

Herwiha di dawiya civatê de jî Tahir Mihsin bi navê Xwecihiyan silavkirinek bi nirx diyarî serokê sembola netewa kurd Mesûd Barzanî kir li ser alîkariya wî ji bo çareseriya rewşa Sûriye û bi gelê Sûriye û bi taybet piştgirtî û piştevaniya mafê gelê Kurd yê netewî û rewa li Sûriye piştevaniyek ne sînorkirî.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:ELÎ Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.