المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ENDAMÊ OFÎSA RAGIHANDINÊ YA ENIYA AŞTÎ Û AZADÎ HATIYE REVANDIN JI ALIYÊ ÇEKDARÊN RÛNUXUMANDÎ..

0 131

Di roja pêncşemê 3.6.2021ê de,piştî nîvro endamê ofîsa ragihandinê ya Eniya Aştî û Azadî û endamê rêxistina Asûr “Husam Elqes”hatiye revandin ji aliyê komeke Çekdar li bajarê Dêrikê .

 

Di derbarê vê yekê de,mamoste Hewas Egîd Hevrêzkarê ofîsa pêwendiyên derve û diblomasî ya Eniya Aştî û Azadî,ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Li gorî zaniyariyan,îro di roja pêncşemê 3.6.2021ê de,piştî nîvro hevalê me endamê ofîsa ragihandinê ya Eniya Aştî û Azadî û endamê rêxistina Asûr “Husam Elqes”hatiye revandin ji aliyê komeke Çekdar yên rûnuxumandî li Kurdistana Sûrî li bajarê Dêrikê û wî birine cihekî ne diyar û ta niha çarenûsa wî ne diyar e”.

Herwiha Egîd got jî:
“Em wek Eniya Aştî û Azadî,vî karî ku lêdan û revandin di derheqê hevalê xwe de, bi tindî şermezar dikin.

Û em rêveberiya xweser ,bi temamî dikin berpirsiyar derbarê vî karî.

Ji ber ku ew tenê desthilatdar e û rahiştiye çek di herêmê de.

Û ew berpirsiyar e di ber ewlehiya jiyana xelekên herêmê de,ta bi awayekî azad nerînên xwe yên aştiyan e bidin xuyakirin”.

Herwiha Egîd di dawiya axaftina xwe de,daxwaza serbestberdana hevalê xwe kir bi rengekî bilez û ew kesên bi vî karî rabûn , doza dadgehkirina wan kir “.

Di derbarê vê yekê de jî,  Aniya Aştî Û Azadî Peyamek belav kir , têde Diza serbest berdan endamê xwe kir .

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.