Home / Breaking news / Encûmena xwecîhîya Sinceqê civîna xwe ya asayî li dar xist

Encûmena xwecîhîya Sinceqê civîna xwe ya asayî li dar xist

Encûmena xwecîhîya “Sinceqê “ya bi ser ENKSê ve, civîna xwe ya asayî li dar xist û ev yek bi beşdarbûna serokê xwecihiyê û herwiha bi hazirbûna piraniya endaman…

Û di destpêkê de xuleke bê deng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û Kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir…

Û piştre civat ser rewşa siyasî û rêxistinî rawestiya…

Û di derbarê naveroka vê civatê de M, Celal Yûsif ” ji malpera ENKSê re ragihand û anî ziman: ku civat li ser rewşa siyasî û rêxistinî rawestiya û herwiha bi giştî bûyer û pêşveçûnên herî dawî ser qada Sûriyê û bi taybetî rewşa kurdan li Kurdistana Sûriyê gengeşkirin…

 

Û herwiha di civatê de diyaloka kurdî- kurdî di navbera her du aliyên kurdî de anî ziman û ji rexekî dî ve ser vegerandina şanda Amerîkî û berdewamiya danûstandinan ku dikeve di ber xizmet û berjewendiya miletê kurd li Kurdistana Sûriyê gotûbêj kirin…

Û herwiha ji aliyekî din ve civat ser rewşa rêxistinî jî baş rawestiyan derbar firehkirina şaxên girêdayî bi xwecihiyê ve û aktîv û çalak kirina wê…

 

Û di dawiyê de spasiya hemû endaman hate kirin ser rol û xebata wan di encûmenê de…

 

Ragihandina ENKS ê

Raport: Hêvî Delî

About ferhad Şêxo

Check Also

HERÊMÊN KURDISTANA SÛRIYÊ TÊN TOPBARAN KIRIN JI ALIYÊ TIRKIYA Û CIVAKA NAVDEWLETÎ BÊDENG DIMÎNE.

Di şeveq û sibeha roja Duşemê 8.8.2022an de,Herêmên Kurdistana Sûrî hatin topbaran kirin ji aliyê …

Leave a Reply

Your email address will not be published.