المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Encûmena xwecihî ya Ebû Rasên civîna xwe ya yasayî li dar xist

0 89

ENCÛMENA XWECIHÎ YA EBÛ RASÊN YA BI SER ENKSÊ VE BI NAVNÎŞANEYA ERÊ JI BO YEK HELWESTA KURDÎ CIVÎNA XWE YA YASAYÎ LI DARXISTIN.

 

Di roja pêncşemê 25.6.2020an de, encûmena xwecihî ya Ebû Rasên ya bi ser ENKSê ve,civîna xwe ya yasayî bi navnîşaneya “erê ji bo yekhelwesta Kurdî li darxistin” .

Civîn li dar ket bi beşdarbûna endamên xwecihiyê, û li ser lîsta kar sekinîn bi rêkûpêk.

Di destpêkê de xulekek bê deng li ser giyanên pakrewanên Şoreşa rûmet û azadiyê û bi taybet li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan rawestiyan.

 

Herwiha li ser rewşa xwecihiyê baş hat şirovekirin, û hin pêşînyar jî hatin sitendin, di der barê pêşketina xwecihiyê de, û li ser liv û tevgera taybetmendiya bajarê Ebû Rasên hat sekinandin.

 

Herwiha xwecihî li ser rewşa siyasî jî baş hat sekinandin, bi taybet li ser bûyerên herî dawî yên nû rawestiyan.

 

Hevdem civat rawestiya li ser zagona Qeyser û bandoriya wê neyinî li ser hemû xelkên Sûriye .

Ji aliyekî din ve xwecehî rawestiya li ser rewşa Kurdî – Kurdî li ser danûsitendinên berê yên di navbera ENKSê û PYNK de rawestiyan piştî pêşxiriya fermandarê HSDê Cinêral Mezlûm Kobanê û bi çavdêriya balyozê Emrîkî Wîlyam Rûbak û bi piştgirtiya serdariya herêma Kurdistana başûr.

Herwiha civatê tekez kir li ser piştgirtî û piştevaniya encamên qonaxa yekem ji danûsitendinên di derbarê nerîna Siyasî yên hevbeş, û hemet li ser rêkeftina Dihokê bikin wek bingeh bigrin,û lêkolîn ji bo sazkirina beregeh bi hemû deselatan şad be, û hemû dosyayên rêveberî û lêşgerî û aborî û rêzdariya serxwebûna biryara kurdên Sûriye bê girtin.

 

• Herwih civatê tekez kir li ser nêzîkirina Kurdî ku ne dijî ti pêkhatiyên civakî û rêgezên olî ji xelkên herêmê bi awayekî taybet û Sûriye bi awayekî giştî.

Herwiha civat li ser rewşa ENKSê sekinî ta rola xwe bi serfirazî rabe di vê qonaxa pêwîst de,di navbera hemû gelê Kurd bi hemû çînên civakî, ta pêşkeve û dûrî berjewendiyên partiyên teng herin. Ji ber ku ENKSê destkeftinek û xwediyê piroja netewî ye, divê hemû estengî ji pêşiya kar û xebata wê bên rakirin ta rola xwe giring bilîze.

 

Û di dawî de civat bi giştî berdewamiya xwe da xuyakirin li ser kar û xebata ENKSê, di der barê armanca wê ya diyarkirî, ji bo piroja wê ye netewî, pêkanîna mafê gelê Kurd li Sûrîya.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:ELÎ Fetah..

Leave A Reply

Your email address will not be published.