Di roja pêncşemê 1.7.2021ê de, encûmena xwecîhî ya bajarê Dêrikê ya bi ser ENKSê ve, li navenda xwe li bajarê Dêrikê civîna xwe ya asayî li dar xist.
Di destpêkê de xulekek bêdeng li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir rawestiyan .Û piştre mijarnî rêxistinî û siyasî yên giring gengeşe kirin.
Civat bi awayekî berfire li ser rewşa rêxistinî rawestiya, di derbarê pêşketina xwecîhiyê de û bi pêkanîna wê di nava cemawer de, û tekez kir li ser Pabendîbûn û beşdarbûna civatan, bi taybet beşdarbûna bûyeran.
Herwiha xwecîhî rawestiya li ser hemû bûyerên herî dawî yên siyasî û bi taybet li ser rewşa kurdî -kurdî di derbarê têgihiştinên herî dawî ji danûstendinên Kurdî di navbera ENKSê û PYNKê de.Di derbarê wê de, xwecîhiyê tekez kir li ser giringiya van danûsitendinan ku ev diyalok ji ENKSê re armancek stratejî ye.
Herwiha hemû mijarên hatin şirovekirin, ji aliyê beşdarbûyan ve, hatin gengeşekirin bi awayekî zelalmendî.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah