Di roja pêncşemê 9.7.2020an de, encûmena xwecehî ya bajarê Girikê Lekê ya bi ser ENKSê ve, li ofîsa xwe yî nih bi beşdarbûna hemû endaman civîna xwe ya yasayî li dar xistin û li ser lîsta kar rawestiyan.
Di destpêkê de xulekek bê deng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan rawestiyan.
Herwih civat li ser rewşa xwecihiyê baş hat şirovekirin, û hin pêşînyar jî hatin sitendin di derbarê pêşketina xwecihiyê de.
Herwiha serokê xwecehiyê birêz Xelîl Isman li ser rewşa siyasî û bûyerên herî dawî û encamên civata dawî ya Emîndariya giştî ya ENKSê gotobêjkir.
Herwiha civat rawestiya li ser pêşketinên herî dawî yên di derbarê danûsitendinan di navbera ENKSê û PYNKê li ser têgihiştinên di navbera wan de ya ku bi çavdêriya Emrîkan û bi piştgirtiya serok Mesûd Barzanî.
Herwiha Civatê tekez kir li ser pêwîstiya
Yek gotina ENKSê li ser nêzîkirina kurdan, û kar ji bo yek gotina siyasî ji bo çespandina mafên Kurd yên rewa di destûra nû ya Sûriya siberojê de.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah