المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ENCÛMENA XWECIHÎ YA BAJARÊ EBÛ RASÊN Û GUNDEWARÊ WÊ CIVÎNA XWE YA YASAYÎ LI DARXIST…

0 66

Li gorî zaniyariyan wek tê zanîn,jiyan li bajarê Ebû Rasên rawestiya ye, Lê encûmena xwecehî ya bajarê Ebû Rasên ya bi ser ENKSê ve, li cihê ku rojane tê topbarankirin ji aliyê komên Çekdar yên bi ser Tirkiya ve,civîna xwe yasayî li dar dixe tevlî vê metirsîdariyê.

Îro roja pêncşemê 27.2.2020,an de,encûmena xwecihî ya bajarê Ebû Rasên û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve,civîna xwe ya yasayî li darxistin,û li ser lîsta kar sekinîn bi rêkûpêk.

Di destpêkê de xulekek bê deng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan rawestiyan , Piştre li ser rewşa rêxistinî baş hat gengeşekirin ,
Û hin pêşînyar jî hatin sitendin  , di derbarê pêşketina xwecihiyê de.

Û tekez bû li ser Pabendbûna hemû endaman ji bo beşdarbûna civatên xwecehiyê yên yasayî û awerte.

Herwiha Xwecihî li ser rewşa siyasî jî baş hat sekinandin.Bûyerên herî dawî yên nû li ser rawestiyan.Û xwecehî li ser hevdîtinên destaya serokatiya ENKSê û komîta wê yî têkiliyên derve bi welatên xwedî bandor û hêz li ser xaka Sûriye û bi taybet li ser xaka kurdistana Sûriye rawestiyan.

Her wiha Civat rawestiya li ser rewşa herêmên Kurdistana Sûriye û karên xerab yên ku rojane, di derheqê gelê wê yî resen dibe ji aliyê komên çekdar yên bi piştgirtiya Tirkiya.
Mîna wêranbûn,talanbûn,revandin,girtin û kuştin û Herwiha civatê ev yek  bi tundî şermezar kir.

Herwiha ji aliyekî din jî, civat rawestiya li ser rewşa koçber û penaberan.

Herwiha civat bi taybet rawestiya li ser liv û tevgera jiyana xelekên di hindirê bajarokê Ebû Rasên de, ya ku jiyan lê rawestiya ye,piştî êrîşkirina Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve,li ser herêmên Kurdistana Sûriye.

Herwiha di dawiya civatê de,Alayên Kurdî hatin belavkirin li ser endamên xwecihiyê ji aliyê serokê xwecihiyê mamoste Mihemed Şêx Beşîr bavê Rêzan.

Herwiha Civatê tekez kir li ser haziriya helkeftên heyva avdarê ya ku destpêka wê salvegera 41emin li ser koçkirina Barzaniyê nemir derbas dibe ya ku dikeve roja Yekşemê 1.3.2020,an .

Ragihandina:ENKS

Raport:ELÎ Fetah

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.