المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ENCÛMENA XWECIHÎ YA BAJARÊ AMÛDÊ CIVÎNA XWE YA YASAYÎ LI DARXIST..

0 60

Di roja yekşemê 2.2.2020an de,encûmena xwecihiya Amûdê ya bi ser ENKSê ve,civîna xwe ya yasayî bi beşdarbûna serokê xwecihiyê û hemû endaman li darxist .

Di destpêkê de,xulekek bê deng li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistan rawestiyan , Û li ser lîsta kar rawestiyan birêkûpêk.

Piştre persivdana rapora meha derbasbûyî hat xwendin ji aliyê serokê xwecihiyê.
Her wiha li ser rewşa xwecihiyê baş hat sekinandin.

Her wiha serokê xwecihiyê bûyerên herî dawî yên siyasî li ser qada Sûriye bi awayekî giştî û qada Kurdî jî, bi awayekî taybet anî ziman.

Her wiha xwecihî,rawestiya li ser mijara rêkeftina ENKSê bi opozisyonê re (Itîlaf) ya Sûrî.
Her wiha xwecihî rawestiya li ser hevdîtina destaya serokatiya ENKSê bi CÊFRÎ re.
Her wiha hemû endamên beşdar rawestiyan li ser yek helwesta Kurdî bi taybet di navbera ENKSê û PYDê ka bi çi awayî nêzîkî hev bibin.

Her wiha xwecihî baş sekinî li ser rewşa Deverên Kurdistana Sûriya û karên xirab yê rojane, di derheqê gelê wê yî resen dibe ji aliyê komên çekdar yên bi piştgirtiya Tirkiya , Mîna kuştin ,  wêranbûn, talanbûn ,revandin ,girtin, koçberkirina xelkên resen ,û guhertina demoxrafîk …….

Her wiha civîn bi tundî ev karanê tendure şermezar kir.

Her wiha Civîn ji aliyekî din jî,baş li ser rêkeftina herî dawî ya di navbera ENKSê û Opozisyonê(Itîlaf) de,rawestiya li ser avakirina komîtên hevbeş ta hemû nişteciyên resen yên hatibûn koçberkirin ji hemû herêmên Kurdistana Sûriya bi rengekî ne rewa,ji aliyê komên Çekdar yên bi ser Tirkiya ve.

Û sînorekî ji van karên xirab bên danîn yê ku komên Çekdar yên bi ser Tirkiya ve di derheqê gelê kurd de dikin.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.