المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Encamên ezmûnên xula Duyem ji ezmûnên pola 12 derket

0 69

 

Wezareta perwerde ya Sûriyê roja yekşemê 22ê Tebaxa 2021an, encamên ezmûnên xula duyem yên refê “12” an, bi hemû şaxên xwe bi awayekî fermî belavkirin..

Û tê zanîn ku îsal di “2021” an de, li seranserî Sûriyê hejmara pêşkêşkarên pola 12an gihişta ” 250″ hezar xwendekar li 2254 navend hatin belavkirin..

Û herwiha di derbarê vê babetê de hêjaya were gotin ku ev ezmûnên xula duyem wek derfetekê bû da ku xwendekar bikaribin pileyên bilind bi dest bixin..

Û herwiha di 1ê Tebaxê de li seranserî Sûriyê xula duyem ji ezmûnên refê 12an bi hemû şaxên xwe destpêkiribûn û di dema heftiyekê de qediya …

Û tê zanîn ku hejmara pêşkêşkarên îsla yên xwendekarên pola 12an, li seranserî Sûriyê gihiştibû “250” hezar xwendekar ji wan “126181” xwendevanên şaxê zanistî bûn û rêjaya serkeftinê di xula yekem de gihiştibû 63.79%..

Û “67556”yên Şêxê wêjayî bûn û rêjaya serkeftinê gihîştibû 52.14%…..

Û her di heman mijarê de mamosteyek ji malpera ENKSê re da xuya kirin ku li gorî wezareta perwerde ya Sûriyê ragihand ku hejmara pêşkêşkarên xula duyem yên şaxê zanistî “77867” û rêjaya serkeftinê gihîştiye 85.48% ..

Û yên şaxê wêjayî hejmara wan gihiştiye “32713” û rêjaya serkeftinê 79.65%…

Û berdewam kir ji bilî aloziyên li pêşiya xwendekaran derdiket ji girtina dibistanan bi sedema belavbûna nexweşiya koronayê û herwiha ji rexekî dî ve girtina mamosteyan û rawestandina korsaeyan rêbazê lê ev yek nebû kelem li cem xwendekarên Kurdistana Sûriyê ku xwendina xwe berdewam bikin û pileyên bilind bi dest bixin….

 

Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.