المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Encamên ezmûnên asta amadeyî yên pola “9”an derket

0 70

Wezareta perwerde ya Sûriyê  roja çarşemê”14″‘ ê ‘tîrmeha 2021 an ‘encamên ezmûnên asta amadeyî yên pola “9”an ‘ belav kirin û hejmarek ji xwendekarên kurd pileyên bilind bi dest xistin..

Û herwiha ev yek tê ku di “30”ê’ Gulanê de ezmûn destpêkirin û li gorî wezareta perwerde ya Sûriyê ragihand bû ku îsal di sala “2021” an ‘hejmara şagirtên pola “9”an’ li seranserî Sûriyê gihiştibû ” “316” hezar û li “2601”‘ navend li seranserî parêzgehên Sûriyê hatibûn belavkirin….

 

Û herwiha ji bilî hemû astengiyên ku xwendekar tê de derbas dibin û tevî rewşa zehmet li Kurdistana Sûriyê ,lê hêvî û omîdên wan ji pêşrojeke serkeftî re nayê rawestandin û gelek xwendekarên kurd li ser asta Sûriyê pûanên herî bilind bi dest xwe ve anîn …

 

Û di derbarî vê mijarê de, şagirtekê bi navê “Sîmav Reşîd ” derbarê serkeftina xwe di refê “9”an de ji me re anî ziman: Spasiyeke geş arasteyî hemû mamoste û malbata xwe dikim li ser ked û alîkariya wan bi me re , û em hêviya dilxweşî û serkeftineke bi ronî ji hemû xwendekaran re di pêşrojeke geş de dixwazin…

 

Û herwiha di heman mijarê de xwendekarekî bi navê “Yaqûb Mustefa ” dibêja ‘ev rewşa aloz li Kurdistana Sûriyê nebû kelem li pêşiya serkeftina me û hêz û îradeya me di xwendinê berdewam kir ji bo pêşrojeke serkeftî bi destbixin…

 

Û herwiha hêjaya were gotin ku hejmara pêşkêşkarên îsla gihiştibû ” 316″ şagirtî li seranserî Sûriyê û rêjaya serkeftinê gihişta “76.23”  ji xwendekaran  û” 78″şagirtî li ser asta Sûriyê pûanên bilind bi destxistin…..

 

 

 

 

Ragihandina ENKS ê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.