المجلس الوطني الكوردي في سوريا

EMÎNDARIYA GIŞTÎ YA ENKSÊ CIVÎNA XWE YA YASAYÎ LI BAJARÊ QAMIŞLO LI DAR XIST.

0 54

Di roja çarşemê 8.7.2020an de, emîndariya giştî ya ENKSê civîna xwe ya yasayî li bajarê Qamişlo li dar xist.

Di destpêkê de xulekek bê deng li ser giyanên pakrewanên şoreşa rûmet û azadiyê û bi taybet li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan rawestiyan.

Herwiha civat gelek mijar gengeşe kirin û bi taybet mijara sereke qonaxa duyem ji danûsitendinan di navbera ENKSê û PYNKê, ya ku hemû dosayên rêveberî û lêşgerî û aborî werin gengeşe kirin piştî têgihiştinên di qonaxa yekem de di nerînên siyasî de. Herwiha pêkanîna danûsitendinan di navbera hemû pêkhatiyên herêmê de, mîna Ereb,Şerkes û Siryan….wiha.

Herwiha civat axivî li ser berdewamiya binpêkirinan di derheqên gelê Kurd yên resen li Efrîn, Serê kaniyê û Girê Sipî û hin deverên din yên hatine dagîrkerin ji aliyê Turkiya û komên Çete yên bi ser Turkiya ve.

Her wiha civat rawestiya li ser rewşa cîbicîkar û pêxistina rola encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve.


Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.