Roja ala Kurdistanî 17ê berçileya 2021″an, duh ji aliyê rêxistinên bi ser PDK-Sê ve li ofîsa PDK-Sê li Domîz hate vejandin bi hemahingiya rêxistina Fayîdê, dezgeha malbatên şehîdên kurdistana Sûriyê ve Ala kurdî hate bilindkirin…
Û ev yê bi amadebûna cemewar û serkirde û endam û Alîgirên Partî ….
Û herwiha di bi boneya roja Ala Kurdistanî de M, “Mihemed Elî” endamê ofîsa siyasî ya bi ser PDK-S ê , gotinek pêşkêşkir û têde giringiya vê roja pîroz di dîroka kurdan de li her çar parçeyên kurdistanê de anî ziman ku Ala kurdistanî wek nirxeke netewayî û sembola kurdayetiyê her tim bilind bimîne û bibe dirûşma berxwedanê …
Û hêjaya were gotin ku Ala Kurdistanî di gelek şoreş û raperînan de bilind bûye û bi destê Qazî Mihemed li qada Çarçira hat bilind kirin …
Û roja 17ê berçileyê her sal miletê kurd seranserî herçar perçeyên kurdistanê roja alaya Kurdistanî vedijînin …
Ragihandina ENKS ê
Qamişlo…Hêvî Delî