المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DIRBÊSIYÊ:CIWANÊN ŞOREŞGER GOTINÊN XIRAB DIJÎ ALIGIRÊN ENKSÊ LI SER DÎWARÊ XANIYÊN WAN NIVÎSANDINE.

0 75

Di vê dema de, ku gelê me li benda yekîtiya rêzên Kurdî ye û bi kelecaneke mezin li benda nûçeyên bextewar in di vî warî de ku hêviyên demdirêj li ser ava bikin

Lê aliyê din (PYD) û hevkarên wê her carê têne ku tevliheviyê bikin û hêviyan her carê ji ya duyemîn bi awayek xedartir hilweşînin.

 

Li gorî çavkaniyên taybet, Ciwanên şoreşger ên bi ser PYDê ve ,şeva borî di roja pênşemê 9ê Rêzbera 2021ê de li ser dîwarê xaniyê endamê encûmena xwecihiya bajarê Dirbêsiyê ya bi ser ENKSê ve, M.Nîzamedîn Elîko silogan û gotinên îxanetê nivîsandine.

 

Wek tê zanîn Ciwanên şoreşger ên bi ser PYDê ve , di roja carşemê 8ê Rêzbera 2021″an, li ser dîwarê nivîsgeha encûmena xwecihiya Tirbespiyê ya bi ser ENKSê ve silogan û gotinên îxanetê nivîsandin .

 

 

Herwiha li bajarê Dirbêsiyê jî, navenda encumena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya pakrewan Ciwan Elqutina ya bi ser ENKSê ve li bajarê Dirbêsiyê, Di roja Yekşemê 5.9.2021ê de, katijmêr nêzîkê 3ê şeveqê hatibû êrîşkirin bi bombeyeke deng ji aliyê nenasan ve, û pir ziyanî madî gihiştibû navendê, lê dîsa jî di êvara wê rojê de Ciwanên Şoreşger ,bi awayekî eşkere, bi silogan û gotinên nebaş êrîşî ofîsa xwecihiya Dirbêsiyê kirin û piştre êrîşî ofîsa PDK-Sê ya bajarê dirbêsiyê kirin bi keviran û Ala partiyê û Ala Kurdistanê jî agir pêxistin.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.