المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Dirbêsiyê: Rêxistina PDK-S semînarek rêxistinî û konevanî li dar xist

0 61

Îro roja înê” 3″ê tîrmehê 2020an, rêxistina Derbêsiyê ya Partî Demoqiratî kurdistanî _Sûriya, semînareke rêxistinî û siyasî li dar xist û ev yek bi amadebûna M,”Ebdelkerîm Bavê Loqman”, brpirsê rêxistina giştî û herwiha endamê Ofîsa siyasî ya PDK _S ê.

 

Di destpêkê de xuleke bê dengî rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir.

 

Û herwiha semînar hat pêşkêşkirin ji aliyê M,Ebdelkerîm Bavê Loqman, û têde rewşa rêxistinî ya bajarê Derbêsiyê û gundewarê wê hat behiskirin û çawa tevgera Partî çalak bibe û zêdekirina têkiliyan bi hemû pêkhateyên herêmê re ji Ereb û Siryan.

 

Û herwiha ji aliyekî din ve li ser pêşhateyên Siyasî li sûriyê bi giştî û rewşa kurdan bi taybetî axifî .

 

Û herwiha semînar berdewam kir û bi firehî li ser rêkeftinên vê dawiyê di navbera encûmena niştîmanî ENKS ê û partiyên yekîtiya niştîmanî kurdî de, û giringiya Yekîtî û yek helwesta kurdî di vê qonaxa hestiyar de ji bo mafê gelê kurd di destûra nû de were çespandin.

 

 

Û Di dawiyê semînerê de derfet hat dayîn ji bo pirsên beşdaran û ji aliyê M, Ebdelkerîm ve, bersiva wan hat kirin.

 

 

 

Ragihandina ENKS ê

Wegerandin :Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.