المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DIRBÊSIYÊ: PIŞTÎ PÊNC ROJAN UMRAN ELÎKO BAVÊ ZAROKA REVANDÎ REWAN SERBEST HAT BERDAN. 

0 69

Îro di roja duşemê 4/10/2021ê de, piştî pênc rojan M.Umran Elîko bavê zaroka revandî Rewan Elîko serbest hat berdan ji aliyê komên çekdar yên bi ser PYDê ve.

Wek tê zanîn di roja pêncşemê 30/9/2021ê de, istixbaratê PYDê Umran Elîko bavê zaroka biçûk Rewan Elîko ji navenda bajarê Dirbêsiyê ya bi ser parêzgeha Hesekê revandibûn.

Li gorî zaniyariyan Istîxbaratê PYDê, bi serpereştiya Rêxistina Ciwanên Şoreşger, Umran Elîko, bavê zaroka biçûk û revandî Rawan Eliko, ji bazara bajarê Dirbêsiyê revandibûn.Bi behaneya ku alîkariya keça xwe kir ku wê ji nav refên Ciwanên Şoreşger qaçax bike ango wê ji nav wan derxîne.

Li gorî zaniyariyên taybet Rewan Elîko keça zarok di 8/10/2020 an de,ji aliyê Asayîşa jinê hatibû revandin.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.