المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DIRBÊSIYÊ: ALÎGIRÊN ENKSÊ SERDANA OFÎSA PDKSê DIKIN.

0 77

Wet tê zanîn, di herdu şevên roja Duşemê û Sêşemê 18 û 19.4.2022’an de,Ciwanên Şoreger yên bi ser PYDê ve,deriyê ofîsa PDKSê ya bajarê Dirbêsiyê şikenandine Û molotof avîtin ofîsê û agir pêxistin û hemû alavên ofîsê hatin şewitandin.

Herwiha şandên serdan ji aliyê endamên rêxistina PDKSê ya bajarê Dirbêsiyê û endamên xwecihiya bajarê Dirbêsiyê ya bi ser ENKSê ve dihatin pêşwazî kirin.

Ji ber vê yekê, kesayetên serbixwe û rewşenbîr û dilêş û alîgir û partiyên bi ser ENKSê ve,serdana rêxistina bajarê Dirbêsiyê ya PDKSê dikin û rewşa ofîsa wê dişopînin û piştgiriya xwe ji endaman û piroja wê re diyar dikirin.

Herwiha di serdana hemû şandan de,ev karên xerab di derheqê ENKSê û alîgirên wê de, dihatin şermezar kirin.Û tekezî li ser yekhelwesta Kurdî dihat kirin ya ku danûstandinên di navbera ENKSê Û PYNKê.Ji ber ku ev aliyên ku bi van karên xerab radibin helwesta xwe eşker e diyar dikin ku dijî yekrêziya kurdî ne li Kurdistana Sûrî.

Ragihandina ENKSê

Ra port:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.