Dezgeha xêrxwazî ya Barzanî îro roja çarşemê 20ê Cotmeha 2021″an, karwaneke din ji alîkariyên tendirûstî ji bo kurdistana Sûriyê şand.
Û herwiha li gorî malpera fermî ya dezgeha xêrxwazî ya Barzanî li ser Facebookê ragihand ku bi hemahingiya rêxistina IEH ya Elmanî ev alîkarî ji cûreyên derman û pêdeviyên tendirûstî pêk tê ji bo kurdistana Sûriyê ve hatin şandin û bi teybetî di dema koronayê de ku pêwîstî bi derman heye…
Û tê zanîn ku ev ne cara yekem Dezgeha xêrxwazî ya Barzanî BCF alîkariyên mirovî û tendirûstî pêşkêşî kurdistana Sûriyê dike, bi teybetî di vê qonaxa hestiyar de ku pêwîstî bi dermanan heye , …
Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî