المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Dergehê Sêmalka sibe wê were Vekirin ..!!

0 60

Sibe “7” ê hezêranê, li gorî biryara hatî standin ku Dergehê Sêmalka yê Sînorî were vekirin li pêşiya xelkên kurdistana Sûriyê yên ku serdena Herêma kurdistanê kiribûn bi mebesta nexweşî û serdanên  mirovî ku vegera wan hatibû qedexekirin ji ber rewşa Koronayê .

ku êdî ew dikarin sibe bi rêya dergehê Sêmalka re derbasî kurdistana Sûriyê bibin .

Û herwiha ji rexekî di ve,ku berî demekê de, di “30/5/2020 “, deriyê Sêmalka hatibû vegerin ji bo kesên ku li Herêma kurdistanê asê mabûn vegerin kurdistana Sûriyê, lê ji bo zêdebûna pêketiyan bi nexweşiya Koronayê li Herêma kurdistanê careke din deriyê sînorê hat  girtin.

Û herwiha tê zanîn ku ji meha Adarê ve û ji sedema rêgirtinê li belavbûna Veyrosa Koronayê deriyê Sînorî ji herdû aliyan ve hatibû girtin.

Ragihandina ENKS ê
Qamişlo… Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.