Mişel Temo rêberê şepêla paşeroj a kurd li Sûriyê, ji dayîkbûna sala 1957an, li bajarê Derbêsiyê , û derçûyê kolîjeya endezyariya çandiniyê bû…
Û zaniyariyên bêhtir derbarî kar û xebata ” Mişel Temû ” :
Di salên 90 de Mişel Temo” dest karê siyasî kir , ku di destpêkê tevlî nava refên Partiya Yekîtiya Gel a Kurdî bû, û pist salan kar di wê partiyê de kir..
Di sala 1999 an de , Mişel Temo ” bi çend çalakvanan re komîteyên vejandina civaka sivîl li Sûriyê û Platforma Celadet Bedirxan a rewşenbîrî jî damezrandin..
Di sala 2005an de, û piştî serhildana Qamişlo xebatkar” Mişel Temo ” Partiya Şepêla paşeroj a kurd li Sûriyê damezrandin..
Xebatkar ” Mişel Temo ” ji ber çalakiyên wî yên rewşenbîrî û siyasî di 15 ê Tebaxa sala 2008 an de, ji aliyê rêjîma Esed ve hat girtin , û di destpêka şoreşa Sûriyê de û piştî ku xwepêşandan li dijî rêjîma Esed derketin di hezêran 2011an de, xebatkar ” Mişel Temo ” ji zindanê rêjîmê serbest hate berdan .
Û piştî serbest berdana wî ” Pakrewan ” Mişel Temo ” tevlî Şoreşa Sûriyê bû û bo endam di Encûmena Niştîmaniya kurdî li Sûriya, ..
Û di 8ê Êlûna Sala 2011an de , Mişel Temo ” rastî hewleke kuştinê hat, lê di roja 7ê Cotmeha 2011an, careke din Xebatkar Mişel Temo ” rastî êrîşeke kuştinê hat, di dema ku Mişel û hin hevalên xwe li Maleke li bajarê Qamişlo bûn , ku 4 kesên nenas êrîşî wê malê kirin, û Mişel kuştin, herwiha kurê wî û çalakvana kurd ” Zahîda Reşkêlo birîndar kirin..
Û Xebatkar ” Mişel Temo ” ku kesayetekî welatparêz û bi niştîmanperweriya xwe dihat naskirin di nav kurdan û bi dilsozî xebata xwe dikir ji bo doza azadiya mafê gelê kurd…
Ragihandina ENKS ê
Qamişlo….Hêvî Delî