المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Ciwanên Şoreşger gotinên xirab dijî PDKê li ser dîwarê xwecîhîya Tirbespîyê nivîsandin

0 69

Ciwanên şoreşger ên bi ser PYDê ve , îro roja carşemê 8ê Êlûna 2021″an, li ser dîwarê nivîsgeha encûmena xwecihiya Tirbespiyê ya bi ser ENKSê ve silogan û gotinên îxanetê nivîsandin .

Ku piştî nîvê şevê, komek girêdayî Rêxistina Ciwanên Şoreşger , ku girêdayî PYD’ê ve, li ser dîwarê xwecîhîya bajêr gotin û bêjeyên dijî PDK nivîsandin, û li ser dîwarê hin xaniyên li bajêr ji bilî pêşiya hin dikanan.

Û tê zanîn ku ev ne cara yekem e ku Ciwanên şoreşger, kiryarên bi vî awayî pêk tînin ji revendin û êrîşkirin û şewtandina ofîsan..

Û herwiha tê zanîn ku ev kiryara hat piştî daxwazên gelê kurd ji bo berdewamiya danûstandianên di navbera her du aliyên kurdî de ENKSê û PYNKê dikin ji bo lihevhatinek kurdî were pêk anîn.

Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.