المجلس الوطني الكوردي في سوريا

CIWANEKÎ KURD DI BÛYEREK TIRAFÎKÊ DE JIYANA XWE JI DEST DA.

0 79

Li gorî zaniyariyên taybet , danê sibehê di roja pêncşemê 14.5.2020an de,bûyerek tirafîkê li bajarê Dirbêsiyê,li gundewarê wê li gundê Qermanê yê dikeve rojavayê Dirbêsiyê nêzîkî 4km ,  qewimî ku  tirimbêlek li mîtorsiklekî xist  ,û di encama wê de,kesek bi navê Zehreddîn Hemîd jiyana xwe ji dest da.

Herwiha xwediyê Tirimbêlê, jî bi navê Mîlad Dawid .

Di derbarê vê mijarê de,mamoste Asim ji xelkên nêzîkî bûyerê, ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Sibeha roja pêncşemê 14.5.2020an de bûyerek tirafîkê li gundê Qermanê yê dikeve rojavayê bajarê Dirbêsiyê bûyerek tirafîkê qewimî û di encama wê de ciwanek bi navê Zahredîn Hemîd temenê wî 33sal jiyana xwe ji dest da ”.

Herwiha Asim anî ziman û got:
“Bi rastî ev cihê ku bûyera tirafîk lê çêbû li gundê Qermanê yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve salê zêdeyî wek vê bûyerê lê diqewime”.

Herwiha Asim anî ziman û got:

“Tiştê herî mirov li ser dêş e,ev ciwanê ku jiyan xwe ji dest da ji xelkên herêma Zirgan e,koçber bûbû û li bajarê Dirbêsiyê bi cih bûbû. Û bavê zarokek temenê wê du salî ye.

Herwiha Asim anî ziman û got:

“Çiqasî bûyerên me giran bin bi awayekî resenî tên çareserkirin

Herwiha Asim di dawiya axaftina xwe de,Spasiya malpera me ya ENKSê kir.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.