المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ÇÎROKA BIRÎNA ÊLÊTRÎKÊ YA XETA XIRBET ÎD Û TIL BÊDER BERDEWAME Û GELEK CARAN DÛBARE DIBE.

0 113

Wek tê zanîn, êlêktirîk li ser herêmên Kurdistana Sûrî bi awayekî demjimêran tê,bi taybet piştî ku ava Çemê Feratê ji aliyê Turkiya ve,li gorî zaniyariyan hatiye qutkirin.

Lê ew êlêktirîk di rojê de,ji demjimêrekê ta çar demjimêran dihat,lê ew jî ev pênc roj bûye li ser xeta Xirbet Îd û Til Bêder hatiye birîn.Ji ber vê yekê nişteçiyên gundên bi ser her du xetan ve,pir zahmetiyê dibînin ji bo kirîza avê,ji ber ku bîrê wanî avê li ser êlêktirîk ne.

Û hin ji gundên başûrî bajarê Dirbêsiyê di navbera du saziyên êlêtrîkê de, wenda dibin û pirê caran bê êlêtrîk dimînin.

Lê pîştî kirîza Sûrî,herêmên Kurdistana Sûrî bi awayekî ne sererast ji aliyên saziyên xizmetkariyê tên birêvebirin.

Herwiha li gorî çavkaniyên taybet du xetên Êlêtrîkê hene li ser navê du gundan tên nasîn yek gundê Til Bêder wek bajarokekî tê nasîn û xeta duyem gundê Xirbet Îd ya ku bi dehên gundên Kurdan Êlêtrîka wan li ser e.Û êlêtrîka van her du xetan ji navenda bajarê Hesekê ye ya êlêtrîkê.

Herwiha wek tê zanîn ev gundana ava wanî vexwarinê li ser êlêtrîkê ye,dema êlêktirîk tê birîn bi tindî ji avê qut dibin.

Li gorî şopandina nûçegehanê me di derbarê vê mijarê de,bi taybet dema êlêktirîk li ser xeta gundê Xirbet îd û Til Bêder,tê birîn ji bo rûxandinekê ango pirsgirêkek êlêtrîkê bi awayekî zû nayê çareserkirin.û di heyvê de zêdeyî sê çaran pirsgirêkê êlêktirîk çêdibin û her carekê ta ku bê sazkirin nêzîkî pênc rojan derbas dibe û xelkên wê herêmê wer di hawarçûnê de ne ji bo avê.

Ji ber ku rêveberiya saziya êlêtrîkê ya bajarê Hesekê û Dirbêsiyê xeta gundê Xirbet îd ya ku pir gund bi ser wê ve ne,herdu rêveberî xwe nabîn in berpirsiyarê vê herêmê.ev tê wateya ku ev herêm nizane wê berê xwe bi ku veke dema pirsgirêkek êlêtrîkê li cem wan çêdibe.

Di derbarê vê yekê de,mirovekî bi navê bavê Mihemed, ji gundên ku êlêktirîk li ser wan hatiye birîn bi awayekî zelal ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman û got:

“Bi rastî ev xeta gundê Xirbet îd a ku gelek gund bi ser wê ve ne û jêdera êlêktirîka wan ji navendek ya bajarê Hesekê ye,lê mixabin di heyvê de pir caran pirsgirêka êlêtrîk çêdibe û her carekê jî zêdeyî çar rojan birîna êlêtrîkê dûmdike,û vê carê va zêdeyî pênc rojan bûye êlêtrîk hatiye birîn.Û em bê av dimînin,ji ber ku herêma me hemû bîrên me yî ava vexwarinê li ser êlêtrîkê ne û bi taybet di werzê havînî de em pir zahmetiya dibînin ji ber ku wek tê zanîn xelkên vê herêmê ajalan(lawir,sewal) xwedî dikin û pêwistiya wan pir bi avê heye bê av jiyan nabe”.

 

Herwiha bavê Mihemed,axaftina xwe berdewam kir û got:

 

“Rasteqîna çima zû dema êlêktirîk li ser xeta gundê Xirbet îd tê birîn nayê sazkirin em Karin evaya bi awayekî zelal bêjin ev herêma me di navbera herdû saziyên êlêtrîkê de ne,yek ya bajarê Hesekê ya bi ser rêjîma Sûriye ve,û du ya bajarê Dirbêsiyê ya bi ser rêveberiya PYDê ve wendabûye”.

 

Di dawiya axaftina xwe de,bavê Mihemed anî ziman û got:

 

“Em bi hêvî ne ku dengê me bighê cihên berpirsiyar ta bi awayekî lez pirsgirêka me yî êlêtrîkê çareser bikin û birîna êlêtrîkê bi roja dûm neke”.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah.

Leave A Reply

Your email address will not be published.