Îro roja Yekşemê 26.1. 2020an de, li bajarê Dirbêsiyê çil rojiya nivîskar û endamê desteya şêwirdariyê ya PDKSê Ekrem Mele hat vejandin ji aliyê PDKSê.
bi beşdarbûna nûnerên partiyên siyasî,rewşenbîr,kesayetên serbixwe,rêxistinên civaka sivîl,kesayetên civaknas û olî rêxistinên jinan û ciwanan û cemawerê bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê
Di destpêkê de,bi navê partiya dîmuqratî Kurdistanî li Sûriye bi xêr hatina mêvanan kirin.û piştre xulekek bê deng li ser giyanên pakrewanên kurd û Kurdistan û rehmetiyê mamoste Ekrem Elmele bi sirûda Ey reqîb rawestiyan.
Her wiha gotina ENKSê ji aliyê mamosta Fesla Yûsif endama destaya serokatiya ENKSê hat axaftin.û Her wiha mamosta Fesla Yûsif kar û xebata mamoste Ekrem Elmele di derbarê pênûsa wî de bi awayekî sererast nirxand.
Di dûvre gotina partiya PDKSê ji aliyê mamoste Beşar Emîn endamê polîtbîroya PDKSê hat xwendin.Her wiha di derbarê gotina PDKSê de.
Di destpêka gotina xwe de, bi xêr hatina mêvanên xweyî beşdar kir.
Her wiha mamoste Emîn kar û xebata mamoste Ekrem Elmele bi awayekî azad û xemgîn nirxand û anî ziman.
Her wiha gotina hevalên rahmetî Ekrem Elmele hat xwendin ji aliyê mamosta Bêwar.
Her wiha gotina korbenda Ekrem Elmele hat xwendin ji aliyê mamoste Rêber Seyda berpirsiyarê malpera ENKSê.
Di piştre çend rêzikên malikên ji helbestan hatin diyarkirin ji aliyê mamoste Mahmûd Elmele.
Di dawiyê de gotina malbata rahmetî ji
aliyê mamoste Qedrî can Elmele hat xwendin têde sipasiya hemû mêvanên beşdar kir li ser beşdarbûna wan.û kar û xebata mamoste Ekrem Elmele hat nirxandin.
Raport:Elî Fetah