المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Erdhejek li deverên kûrdî

0 75

Li Bakurê Kurdistanê erdhejeke tund rû da ku li gelek bajaran hest pê hat kirin.

Li gor zanyariyên berdest li bajarê Xarpet ê Bakurê Kurdistanê erdhejekê rû da.

Herwiha li gor zanyariyan, ew erdheja ku li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û li bajarên sînorî yên Başur û Rojavayê Kurdistanê jî hest pê hat kirin, bi pileya 6.8 bûye.

Navenda wê erdhejê li gor zanyariyan, navçeyan Sîvrîce bûye ser bi Xarpetê ve û 31 kîlometran dikeve başurê wî bajarê Bakurê Kurdistanê.

Heta niha derbarê ziyanên madî û canî yên wê erdhejê zanyariyek nehatiye belav kirin.

Leave A Reply

Your email address will not be published.