BIRÛSKA SERSAXIYÊ JI ENCÛMENA XWECIHÎ YA DIRBÊSIYÊ Û GUNDEWARÊ WÊ DERBARÊ KOÇBARKIRINA “AHMED ŞÊXMÛS NEWAF ELQUTNA”
Bi navê Encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê ya pakrewan Ciwan Elqutna ya bi ser ENKSê ve.
Malbata Rustem Axa mîrê kîkan
Qutna, Rustem,Farhan û Temo yên rêzdar.
Birayê delal,birêz Elî Şêxmûs Elqutna û hemû birayên rahmetî yên rêzdar û hemû zariyên rahmetî yên rêzdar.
Bi dilkî xemgîn û dil êş me nûçeya xemgîn bihîst ku sitûnek ji sitûna malbata Al Qutna û Kîkan “Ahmed Şêxmûs Newaf Elqutna”bavê Selah,li gundê Til Xezala Jorîn ya bi ser bajarê Dirbêsiyê ve, koça dawî kir.
Wek tê zanîn rahmetî kesayetekî civaknas,Kurdperwer û mafxwazê gelê xwe bû û xwedî rol û bandor bû li herêmê.
Bi vê boneya xemgîn,di destpêkê de, em sersaxiyê ji tevahiya,malbata Rustem Axa mîrê kîkan
Qutna, Rustem,Farhan û Temo yên rêzdar, yên hindir û dervî welat re dixwezin.
Û hêvîdarin ji YEZDANÊ dilovan wî bi dilovaniya xwe şad bike û bila serê malbatê sax be, û bîhne firebûnê û aramiyê bide wan û cihê wî buhişta rengîn be.
Kurdistana Sûrî.
Encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve.
(Encûmena Pakrewan Ciwan Elqutna)
7/1/2022z