المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Bîranîna 68 saliya oxirkirin Mîr Celadet Bedirxan ji aliyê encûmena xwecihiya ya Sinceq hat vejandin

0 91

Îro di roja Duşemê 15 Tîrmehê de, demjimêr 6ê êvarî encûmena xwecihiya “Sinceqê” ya encûmena niştîmaniya Kurdî li Sûriya, li gundê “Sîha ” semînarek li derxist li ser jiyana Mîr Celadet Bedirxan bi helkeftina bîranîna derbasbûna “68” Sal li ser koçkirina wî, Bi amadebûna hejmarek ji xelkê û herwiha bi hazirbûna endamên encûmanê û nûnerê partiyên siyasî. Destpêkê xuleke bê deng li ser giyanê wî û hemû pakrewanên kurd û kurdistanê û serwer Berzaniyê nemir hat rawestandin digel sirûda netewî “Ey Reqîb”.

Piştra gotina encûmena niştîmaniya kurdî li sûriya ji aliyê serokê ofîsa Karûbarê encûmenên xwecihî M.”Mihsin Tahir”,ve hat xwendin û dûvre berêz “Konê Reş” li ser jiyana Mîr Celadet Bedirxan axivî û rola wî di warê pêşketina rêzmanê Kurdî .

Û herwiha di vê derbarê de serokê xwecihî ya rojhilatî Qamişlo berêz “Şemdîn Nebî” di vê bîranînê de ji malpera me re wiha got : Mîr Celadet Bedirxan wek endezyarê rêzmanê kurmancî, Ronakbîr û rewşenbîrê bû û herwiha malbata Bedirxaniyan ku ew Mîrên cizîra Botanê bûn û bi nav û deng bûn di nav kurdan de di pêvajoya tekoşîna azadîxwazî û serxwebûna kurdistanê de xwedan xebateke berz û giranbuha bû, û herwiha “Nebî ” gotina xwe berdewam kir ku Mîr Celadet Bedirxan xwedî roleke giring bû di nav dîroka kurdan de ku gelek zargotinên kurdî mîna ( çîrok, serpêhatî, stran, ) bi destê wî hatina nivîsandin û herwiha ku Celadet yek ji damezirandinên Elfebeya rêzmanê kurmancî bû, û yekemîn kovar jî bi navê “HAWAR ” bi destê wî hat weşandin ku roleke sereke lîstiye di hişyarkirina civata kurdî de

 

 

Raport :Hêvî Delî

Ragihandina ENKS ê…. Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.