المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Bîranîna 5emîn ser Şehîdbûna Pêşmerge Mihemed Delî Derbas dibe ..

0 139

Hêzên pêşmergeyên Kurdistana sûriyê yên naskirî bi (leşkerê Roj) ku ji keç û xortên Rojavayê kurdistanê pêk tê,bi hêz û qehremaniya xwe beşdarî şerê tund bûne di rûbirûbûna rêxistinên terorîst mil bi milê pêşmergeyên herêmê re.

Û tê zanîn ku roja şemiyê” 26″ ê, êlûnê, salvegera şeşemîn li ser Şehîdbûnê pêşmergeyê qehreman “Mihemed Delî ” ,ve derbas dibe , ku di sala “2013” ve, tevlî nava refên pêşmerge yên (leşkerê Roj) bû.

Di derbarê vê yekê me hin zaniyarî  li ser vî pêşmergeyî anîn:
_Nav: Mihemed Delî
_ Pile : Pêşmerge
_ Jidayîkbûn: gundê Bekir Oxlî
_ Dîroka Şehîdbûnê : 26/9/2015

Û herwiha di vê derbarê de ronahiyek li ser Jiyana pakrewan “Mihemed Delî :

“Pakrewanê pêşmerge “Mihemed Delî ” ji dayîkbûna sala “1996”,an ,li gundê Bekir Oxlî, yê bi ser navçeya ÇilAxa, ve ya Kurdistana sûriyê , û herwiha zaroktiya xwe û xwendina xwe li dibistanên gund bi dawî kir.
Û di derbarî rewşa zehmet û leşkeriya neçar, Mihemed neçar bû bi malbata xwe re koçberî herêma kurdistanê bibe û li kampa Basirma niştecî bû .

Û di derbarî vê salvegerê de endamek ji malbata pakrewan “Mihemed Delî “, ji malpera ENKS ê re ragihand û anî ziman:

”  Şehîd “Mihemed” di sala “2013” an, tevlî nava refên pêşmerge bû ji bo berevaniyê di ber xaka Kurdistanê de bikin, û ew ne tenê şehîdê me ye lê belê ew şehîdê tevahiya miletê kurd  e  , û li ser me erk e  wefadarî û rêzgirtinê bi xwîna hemû pakrewanan bikin”.

hêjaya were gotin ku şehîd “Delî”, bi Îman û beweriyeke bihêz bi rêbaza Barzanî tevlî PDK-sê û pêşmerge yên leşkerê Roj bû , û li gel hevalên xwe beşdarî şer û Cengê dibû li dijî rêxistinên terorîst yên Daîşê li herêma kurdistanê ji bo parastina sînorê xaka pîroz ya Kurdistanê ji dijminan.
Lê di roja “26” ê,êlûna “2015” an , “Mihemed Delî ” di ava Robarê Zabê mezin Nêzîkî Bajarokê Şeqlawe noq bû û jiyana xwe ji dest da, û tevlî nava refên pakrewanên pêşmerge bû, û bi merasîmeke coş  ji aliyê milet û encûmena niştîmanî û partiyan ve li gundê wê bi xakê hate spartin..

 

Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.