المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Bîranîna 41emîn ser koça Bavê Giyanî ” Mela Mistefa Barzanî ” li Qamişlo hat vejandin ..

0 72

Îro roja Yekşemê” 1″ ê Avdara” 2020 “,an, demjimêr” 3 ê ” piştî nîvro, li Bajarê Qamişlo , Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriya ENKSê

salvegera “41 ” emîn, li ser koçbarkirina bavê neteweya miletê kurd Mela Mistefa Barzanî, vejand .

ev bi amadebûna hejmarke mezin ji milet û Pêkhatên deverê  bi hazirbûna nûnerên partiyên siyasî  û herwiha rêxistinên sivîl,

Di destpêkê de xuleke bê dengî rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û Kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir,

Û piştre gotina PDKS ê, ji aliyê endamê ofîca siyasî M,(Mihsin Tahir) ve, hat xwendin li ser dîrok û xebata Barzaniyê nemir,

û herwiha gotina bi navê Encûmenê Xwecihiyan  ji aliyê birêz M,(Şemdîn Nebî ) hat xwendin.

Û di derbarî vê bîranînê de, endamê komîta navendî ya PDKS ê (Mihemed Seîd El wadî), ji malpera ENKS ê re ragihand û anî ziman :

“Her sal bîranîna nemir Mela Mistefa li bîra xwe tînin weku rêzgirtin û wefadarî ji Kar û xebata Barzanî ku bi dihê salan qehremanî û têkoşîn di dîroka kurdan de tomar kiriye û herwiha karîzma wî di serkêşiya tevgera niştîmanî de di demeke zor û giran de ji dîroka Kurdistanê, ji vê yekê ew bû xwediyê rûmeteke hêja  li cem tevahiya miletê kurd li her çar parçeyê Kurdistanê”.

Û herwiha ji rexekî dî ve gotina xwe berdewam kir û got :

” Mela Mistefa Barzanî, weku kesayetekî welatparêz û netewperwerî û xwedan dîrokeke dûvûdirêj di beşdarbûna wî di şoreşan de li gel pêşmergeyên qehreman bi çek û rext û tiving û bi mêrxasî û dibin siya Alaya Kurdistanê de doza mafê gelê kurd dikir û ji bo avakirina dewleta kurdî”.

Û herwiha tê zanîn, ku di “1 ê ” Adara sala “1979 ” an, Mela Mistefa Barzanî li Amerîka ji ber nexweşiyê koça dawiyê kir, û li bajarê “şino ” yê Rojhilatî Kurdistanê bi xaka pîroz hat spartin.
Û piştî raperîna Avdara “1991 ” an, termê Mela Mustefa Barzanî û Idrîs Barzanî ji Rojhilatî Kurdistanê bo Herêma Kurdistanê cihê jidayîbûna Barzanî hat veguhastin û li navçeya Barzan bi xakê hatin spartin li sala 1993 , li mezargeha Nemiran ku her sal di vê demê de Niştîmanî qista wê devera Pîroz dikin …

Wêne ji Boneyê

Ragihandina ENKS ê
Qamişlo… Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.