المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Bi boneya salvegera 64emîn rêxistina Asûrî ya Demokrat ahengek li dar xist

0 77

Roja pêncşemê “16”ê Cotmeha 2021an’ rêxistina Asûrî ya Demokrat bi boneya salvagera “64”emîn li ser damezrandina wê ahengek li bargeha xwe ya li bajarê Qamişlo li dar xist..

 

Û ev yek bi amadebûna endam û serkirdayetên rêxistina Asûrî û encûmena niştîmanî û nûnerên partiyan û rêxistinên çandî û civakî ku tê de hazirbûn..

 

Û herwiha di ahingê de M” Sara Bersûm ” gotina komîteya jinê ya bi ser rêxistina Aşûrî ve pêşkêşkir û tê de tekez kir li ser rol û giringiya a ku ji hêla rêxistina Asûrî ji bo jinan ve hatiye dayîn û herweiha kar û xebata wê jî di rêxistinê de da xuyakirin…

 

Û herwiha ji rexekî dî ve gotina ofîsa çîbiçîkar a rêxistina Asûrî ya Dêmokrat veji aliyê M” Gebiryêl Mûşê ” ve hate pêşkêşkir û tê de li ser rewşa siyasî û pêşveçûnên herî dawî û herwiha helwesta rêxistinê derbarî babet û mijarên derdikevin li ser qada Sûriyê da xuyakirin ..

 

Û herwiha di derbarî vê ahingê de Stranê netewayî û birûskên pîrozbahiyê hatin xwendin….

 

Û koma ” Ornîna ” ya filklora Aşûrayê şanoyek li ser karê siyasî di derbarê dîroka rêxistina Asûrî ji dema damezrandina wê ve pêşkêşkirin…

 

Ragihandina ENKS ê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.