المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Bëranîna bûrandina deh salan li ser koçbarkirina nemir nezîr mistefa

0 73

ro di 22 /12 /2018an de PDK-S roja koçbûna nemir mihemed Nezîr Mustefa bi bîranîn. bi amedebûna dost û heval û hogirên wî ku kombûn li ser gora wî bi anîna gurzek gul û du xelatên diyarî ji partiya wî û ji malbata xizûranên wî. di vê bîranînê de mamoste Bişar Emîn gotina PDK-Sê got: û da xuyanî kar û xebata nemir û jiyana wî. di vê derbarê de kurê nemer yê bi navê Idrîs ji me re da xuyanî û wisa got :

“hersal wek îro miletê Qamişlo wefadariya vê bîranînê bi cî tînin ,gelek leheng di dîroka me kurdî de hene lê mixabin gelek ji wan ne cihê guhdanê li cem miletê me ne, ji ber ku kar û xebata wan nayên bi bîranîn dema saxbûn di vê jiyanê de, lê dema koçberiya wan ya dawî, ji nû ve dibin çihê seknê û ji nû ve kar û xebata wan tînin bîranîna xwe. belê em wek kurdê Qamişlo ta niha me rêberk ji xwere ne hilbijartî ne, em bi hêvîne ku em li xebat karê xwe bibin xwedî ku hîna ew saxbin ne piştî mirina wan. herwiha mamoste Xoşnav Neso endamê nivîsgeha herêmî ya PDK-S ê de ji peyamnêrê me re dazanîn

“Em bi xêr hatina heval û dostên partiyê dikin. bi rastî koçbûna mamoste Nezîr sekreterê partiyê xisaretekî mezinbû ji miletê me re û ji miletê Sûriyê bi giştî re jî, ew kesekî xebatkar bû û gelek êşkence jî dît ji ber keskî zana bû, kesekî xwendevan bû xwendina wî ji dîroka tevgera kurdî re gelekî durist bû, di xwest rewşa gelê kurd bi cih bibe di destûra Sûriyê de wek miletekî li ser xaka xwe û bigîhêjin mafê xwe, bi rastî oxirbûna wî gelekî zû bû ji ber nikarî bû wê nameya xwe bi tevahî bi cih bike ji ber çû ber dilovaniya xwedê. belê can diçe, lê navê wan di dîroka kurd û kurdistanê de tên neqişandin.

Leave A Reply

Your email address will not be published.