المجلس الوطني الكوردي في سوريا

AMÛDÊ: PDK-SÊ SEMÎNEREK SIYASÎ LI DAR XIST..

0 87

Di 13ê vê heyvê de, rêxistina PDK-Sê ya Amûdê li bajarê Amûdê semînerek ramiyarî bi navnîşaneya “Kirîza Sûri û rola Kurdan di wê de” bi rêveberiya berêz Behrem Sînan, endamê komîteya navendî ya PDK-Sê û berêz Ebdurezaq Hac Qasim, endamê komîteya Şêwermendiyê ya PDK-Sê, hat li dar xistin.

Herwiha Behrem Sînan, li ser aloziya Sûriyê bi giştî û rola Kurdan di wê de bi taybetî, bi amadebûna komek hevalên partiyê ji kesayet û rewşenbîrên ku bi aliyên siyasî û çandî re eleqedar in, peyivî.

Di derbarê vê yekê de, M. Djwar Tewfîq ji malpera me re diyar kir.

“Li dar xistina semînerên wiha di vê qonaxa ku em tê re derbas dibin de pêwîste, û divê ew bidome, û hemî endam xwedî zanyar û agahdarî ne li ser geşedanên ku li Sûriyê bi giştî û Kurdistana Sûriyê bi taybetî çêdibin.

 

Û ji aliyê siyasî ve, di vê Encûmena Niştimanî ya Kurd bibe xwedî helwestek bihêz ku li hember hemû kiryar û daxuyaniyên ji aliyê Itîlafa Sûrî tên bi karanîn.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.