المجلس الوطني الكوردي في سوريا

AMÛDÊ: BI BONEYA CEJNA REMEZANÊ SEROKÊ OFÎSA ENCÛMENÊN XWECIHÎ SERDANA MALBATA TÊKOŞER ÎSA HAC TAHA KIR..

0 84

Di roja pêncşemê 13ê gulanê sala 2021ê de, bi boneya cejna Remezanê roja yekem ji cejnê, serokê ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, mamoste Mihsin Tahir, serdan malbata têkoşerê nemir Îsa Hac Taha serokê xwecihiya bajarê Serê Kaniyê yê berê û endamê desteya rêveber ya partiya Yekîtî dîmiqratî Kurdistanî.

 

Herwiha bi beşdarbûna serokê xwecihiya bajarê Amûdê mamoste Mihemed Umer Şêxmûs, û bi beşdarbûna endamên her du encûmenên xwecihî ya Amûdê û Serê Kaniyê.

 

Herwiha di vê serdanê de, mamoste Mihsin Tahir axivî li ser kurte jiyana têkoşer Îsa Hac Taha (Bavê Siwar) di derbarê kar û xebata wî ya siyasî û rola wî ya giring di hindirê xwecihiya bajarê Serê Kaniyê.

 

wek tê zanîn di şeva roja pêncşemê 4.3.2021ê de, têkoşer û endamê xwecihiya Serê Kaniyê ya bi ser ENKSê ve, û endamê desteya rêveber ya partiya Yekîtî dîmiqratî Kurdistanî,”Îsa Hac Taha bavê Siwar” ji ber nexweşiyeke giran li Şamê çû ber dilovaniya XWEDÊ.

Herwiha têkoşer Îsa Hac Taha ji nişteçiyên Serê Kaniyê ye, û endamê xwecihiya Serê Kaniyê ya bi ser ENKSê ve bû, lê dema Serê Kaniyê di 9.10.2019an de, hat êrîşkirin ji aliyê Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve, têkoşer Îsa Hac Taha, ew jî wek xelkên Serê Kaniyê bi malbata xwe re, koçber bû û li bajarokê Amûdê bi cih bû.

 

Herwiha têkoşer Îsa Hac Taha, pîştî ku li bajarokê Amûdê bi cih bibû, bi vînek xurt endamên xwecihiya bajarê Serê Kaniyê li hev kom kirin û berdewamiya karên xwe yê rêxistinî û siyasî li gorî piroja netewî ya ENKSê kirin.

 

Herwiha Têkoşer Îsa Hac Taha, gelek caran ji malpera me ya ENKSê re, radighand di derbarê naveroka civatên xwecihiya Serê Kaniyê de ya bi ser ENKSê ve.

 

Û di hemû ragihandinên xwe de digot”Em wek xwecihiya Serê Kaniyê em daxwaz dikin ji xelkên herêmê û civaka navdewletî ku alîkariya xelkên Serê Kaniyê bikin”.

 

Li gorî zaniyariyan têkoşer Îsa Hac Taha gelek caran di derbarê kar û xebata xwe ya netewî de, gelek caran hatiye binçavkirin ji aliyê rêjîma Sûriya.

 

Herwiha têkoşer Îsa Hac Taha berdewam bû li ser serê karê xwe yê rêxistinî û siyasî û kurdayetiyê, Heta rojên dawî ji jiyana xwe.

 

Li gorî zaniyariyan, têkoşer Îsa Hac Taha di roja şemiyê 6.3.2021ê de, li bajarê Amûdê li goristana Şermola hat binaxkirin.

 

Hêja ye gotinê ku,mîna têkoşer Îsa Hac Taha kar û xebata wî bi awayekî lehingan bê nirxandin , Ji ber ku di asta pakrewanan de ne .

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.