المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Amarên dawî ji Koronayê li Sûriyayê û cîhanê

0 74

Îro roja şemiyê” 27″ ê pûşbera” 2020″ an, li gorî wezareta saxlemiyê ya Sûriyê hatî ragihand ku di” 24 ” demjimêrên derbasbûyî de kesekî temen” 70 ” salî tûşî Veyrûsa Koronayê bûyî.

Û herwiha bi vî awayî hejmara pêketeyên bi nexweşiya koronayê li navçeyên di bin destê rêjîma Sûriyê de heya niha gihiştiya” 255 ” kes, ji wan” 102 ” kes başbûn e, û herwiha ” 8″ canê xwe ji dest dana.

 

Ji rexekî dî ve derbarî amarên dawî yên taybat bi Koronayê li Herêma kurdistanê, Îro hejmara wan gihiştiya 348 kes, û” 18 ” kes jiyana xwe ji dest dana, û herwiha” 34 ” kesê din başbûna.

 

Û ev yek ji kêmbûna pabendiya xelkê ji rêkarên rêgirtinê û rênimayên xweparastinê di çarçoveya rûbirûbûna belavbûna Veyrûsa Koronayê.

 

 

Û herwiha li gorî agahiyên dawî yên zanîngeha Johns Hopkinsê, hatîye diyarkirin ku Hejmara herî mezin ji tûşbûyan bi Veyrûsa Koronayê li Amerîkayê hatiye tomarkirin ku nêzîkî” 2,5 ” mîlyon kes bi vê naxweşiyê ketine û “124,964 ” kesî jiyana xwe ji dest dana.

Û bi vî awayî li seranserî cîhanê zêdetirî” 10″ mîlyon kes rastî vê naxweşiyê hatine.

 

 

Ragihandina ENKS ê

Qamişlo… Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.