المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Şahiya bi boneya roja cil û bergên kurdî li Qamişlo

0 162

Îro roja duşemê 11ê Avdarê 2019an Yekîtiya Jinên Kurdistan Sûriya roja cil û bergên kurdî pîrozkirin.

Bi liberkirina cil û bergên xemilandî bi rengî sirûşta Kurdistaê û bi rengê şahiya buhara rengîn di gel kêf û xweşiyêroja cilê kurdî jat pîrozkirin.

Di vê derbarê de endama desteya birêvebir ya YJKS Evîn Haco ji peyamnêrê me re got “Her sal cil û bergên kurdî tên pîrozkirin bi rengê şahiyên hesanî ku keç û jinên kurd cilên kurdî li bejna xwe dikin bi hemû rengan ji bo xweşikbûna rengê cil û bergan bidin xwuyanî ji ber cil û bergên kurdî ew nasname, folklor û dîroka me ye û divê bê parastin û em di navbera herdem û demê de em liberxwedikin ji bo zarokê me di pêşerojê de ew jî lixwekin û ji cîhanê tevî re cil û bergên me bê xwuyakirin”.
Di derbarê vê mijarê de berpirsa şaxê Qamişlo ya YJKS bi navê Nadiya Doko ji peyamnêrê me re got: “Kurd cil û bergên wan ne wek yên gelê herêmê ne, yên li derdora me ne, ji ber ku bi rengên xwe xemilandî tê xwuyakirin, ew rengê ku bandora wê ji sirûştên çiyayên Kurdistanê li ser heye ku her herêmeke kurdî cilên wan taybet e û roja 10 ê avdarê hatiye bicîkirin ku bibe roja cil û bergên kurdî, Me xwest em vê şahiyê pîroz bikin ji bo em ji zarokê xwe re di pêşerojê de bihêlin ev cilên kurdî di bîra wan de bimînin”.

Amedekirin : Yusra Zibêr Ragihandina ENKS ê Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.