المجلس الوطني الكوردي في سوريا

95emîn salvegera darvekirina Şêx Seîd Pîran

0 75

Ez serbilindim ku ji ber kurdîniyê tême darvekirin. Lê tenê tîka dikim li newiyên me yên pêşerojê li hember dijminan serê xwe ne tewînin ev gotina dawî bû ku “Şêx Seî’d Pîran” got berî bê bidarivînin.

Îro duşemê 29ê Hezîranê salvegera 95emin bidarvekirina Şêx Seî’d  û 46 têkoşerên Tevgera 1925 a Netewî ya Kurd e.

Şoreşa şêx Seî’d ê Pîran , ku ew şoreş bi navê Şoreşa Neqişbendî ango Şoreşa Şêx Seî’d ê Pîranî di hat naskirin. Piştî rêkeftina “Lozan” di sala “1923”, an de, Mustefa Kemal Etatûrk ê eşkere li dijî kurdan bû ji bo tunekirina hebûna kurdî destpê kirin.

Lê di wê demê de hin şoreşgerên kurd hebûn wek “şêx Seî’ d ê Pîran, Kemal Fewzî, Yûsif Zeya, Xalid Beg Cebrî”, tevgera azadiyê bi sarokatiya ” Xalid Beg “damezirandin, ku armanca vê tevgerê rizgarkirin û serxwebûna kurdistanê bû. Lê” Mustefa Kemal Etatûrk” bi xapînokên xwe dikarîbû serokê tevgerê” Xalid Beg” bigire û hevalên wî bigire û wan li Bedlîsê bi darveke.

Lewre Şêx Seî’d ê Pîran neçar ma ku ew bi xwe pêşengiya tevgerê bike, bi heval û dostên xwe re amadebûna raperînekê li dijî Kemal bike, ku di “13 ” ê Reşmiya ji sala “1925 ” an de, dengê fîşeka yekem hat bihîstin û çirûska yekem ya raperîna “Şêx Seî’d” dest pê kir.

Û herwiha ji bo kar û xebata Pîran û hevalên wî ji doz û azadiya gelê kurd hatin girtin, û Di “10”Gulanê di sala” 1925″ an de, Şêx Seî’d û 47″ hevalên wî darxistin dadgeha serxwebûnê ya rojhilatê Amedê, û Di “28 ” pûşbera sala “1925 ” an de, di dadgehê de biryara bi darvekirinê hat ragihandin, û Di” 30 ” pûşberê li Qada Diyar Bekir li Amedê hatin bi darvekirin, û di vê derbarê de “Şêx Seî’d”, li hember vê yekê gotina xwe ya dawî de ji gelê kurd re wiha got : Jiyana min ya xwezayî bi nêzîkî di dawiyê xwe ve diçe û ez qet ne poşmanim ku xwe bikim qurbanî di ber gelê xwe de, em kêfxweşin ji ber ku neviyên me wê ji me fêde nakin û serbilind bin li hember dijminan..

 

Ragihandina ENKS ê

Amadekirin … Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.